Sernaverok

1.12.18

BAKÛR

 Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê zozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve,
li nexşeya Bakûr dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Welat ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du qet.


Toros ji Rojava Welêt, ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî, Zagros dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.


Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûr û Bakûr ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.


Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dîlok û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e.