Sernaverok

23.4.18

Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN

       
      Pitrûka Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN ji pêlên hibra pênûsa nivîsakar Kamran Simo Hedilî derketiye. Romaneke Dîroki ye. Li ser şerê berxwedana Mala Eliyê Unis(Qewmê Çiyê) hatiye navîsandin.
       Dîrok nivîsîn, xwendin û daqultandin kareke mecîd e. Ger dîrok bê nivîsîn, divê bangî giyana mirovan bike ku da bandoreke bide avakirin.  Dîroknivîsîna armanca wê zanîna dîrokê be, divê ji rastiyan ne dûr be, her wisa ne jî ewqas sar û bar be. Dîroka girêdayî rastiyan û bi xemleke wêjeyî hatî nivîsên ji gelek pirtûkên dîrokî balkêştir û cihgirtirin. Ev pirtûk di vî warî de xurt û berketiye. Me bi salan dûbare dûbare dîroka desthilatdaran xwend. Bes ji ber ku ji rastiyan dûr bû û ne bi xemlekî wêjeyî hatibûn nivîsîn, di dil û mejiyên me de qet cih negirt. Ji bo her ezmûnê, me ji serî de çend carên din dixwend lê dema ezmûn diborî tişteke nedima seriyan de. Heya ezmûneke din Yezdan Kerîm bû.
       Helbet em qala lêkolînên dîrokzanan nakin. Lewra dîroknivîsîna lêkolînerî divê bi awayê rêk û pêkiya zanistî be û li goreyî hineke rêgez û rêbazan bê destgirtin.

1.3.17

Wêjeya Kurdî

       Wêjeya Kurdî ew wêje ye ku ji pirtûkên bi kurdî nivîsandî pêk tê. Wêjeya kurdî bi zaravayên goranî, dimilî, hewramî, kurmancî, soranî û hwd hatiye nivîsandin. Bi zaravayên kurdî yên din jî wêjeya kurdî hatiye nivîsandin. Di roja me de wêjeya kurdî xwe ji nû ve diafirîne. Lê ku mirov li dîroka wê binêre, ji dema sûmerîyan ve heta ku tê dema Gûtî û hwd û ji wê demê jî, heta ku tê dema ku misilmantî derdikeve heya. Çanda ola êzîdî, bi pergalî, di temenê pêşketina demên wê yên berî misilmentiyê de heya. Lê di dema derketina misilmentiyê de, êdî weke ku ew pêşketina berê ya ku bi wêjeya kurdî bûya, êdî ji holê were rakirin bi ji holê rakirina pergela civakî ya êzîdîtiyê re dibêt.
       Wêja kurdî, demê wê yên berî zayinê, demê pêşketinê yên pirr mezin û dirêj hene. Kurdî, hê di wan de, bi awayekî pêşketî, weke zimanê helbestî tê bikarthanîn. Weke naveneka çandî ya wêjeya kurdî jî, Cizîra bota heya. Li dora nivîsêbinê Mîtanî û li Dora Cizîrê jî Gûtiyan demên xwe yên zêr jîn kirin. Ku di wêjeya kurdî de xwediyê giringîyeka bêhempa ya, destana Şahmaran jî, wê ne kêmî oleka yek xwûdayî, wê weyn û rol bileyizê. Li ser Şahmaran û dîroka wê re dahûrkirina çanda kurd û kurdî û bi wê re dahûrkirina civaktîya kurdî, wê aliyekî wê yê pirr giring bêne li holê.
Ji dema sûmeriyan û virve çanda kurdî;

28.7.16

THE KURDIS DRAMA(Drama Kurdî)

                                                    
 Li ser Şanoya Kurdî hin tespît û nirxandin ên têvel hene. Ez naxwazim ku bikevime   nav wan gengeşiyan. Dizanim ku hemû cûre dewlemendiya wêje û çanda kurdî  ye.


             Şanoya Kurdî li Chicagoyê ye! (1893)
         Ji ber ku Parzemîna Amerîka yê ji hêla Christopher Columbus ve hatiye venasîn (keşf) her salê di salvegera wê de ji bo pîrozbayiyê Fûara Chicago ya Cîhanê te darxistin. Disa di salvegereke vê roja taybet de di sala 1893 an de Fûara Chicago ya Cîhanê de   Dewleta Osmaniyê jî vedixwinîn. Osmanî  jî bi Aşxanekî, Qehwexanekî, Muzikol û şanoyekî beşdar dibe. Nûnertiya Şanoya Osmaniyê,  Şanoya Kurdî dike û bi navê “The Kurdis Drama” listikekî pêk tîne.
    Di wê serdemê de ji bo derheqî Fuarê de ragihandinan bidin   wêşanên  derdikevin yên bi navê Midvay Types û Turkish Theatre qala Kurd û Kurdistanê jî kirine.
   Kovara dedikeve ku  ji bo bernamê diyar bike, (Souvenir Programme)   Şanoya Kurdî di rêza yekem de cih didê û danesina wê jî dike.

31.1.16

Di Edebiyata Kurdî de Giringiya Hawarê, Di Hawarê de Rola Celadet Bedirxan

Di Edebiyata Kurdî de Giringiya Hawar ê: Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye.

Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943'an weşana xwe berdewan kir.
     Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.”

ROMANA KURDÎ YA YEKEM

   
  Di hela weje û diroka kurdan ve serdema SSCBê gelek giring e. Xebatên li ser Kurdîlojiye, konferansên hat danîn, hilbêriya çand û hunerê de wek bera mîhengê sosyalîzma reale. Li welatên Sovyeta û Ermenistana girêdayî sovyeta  de  kurd li ser xebatên xwe gelek kartêker bûn.
     Erebê ŞEMO yek ji van kesan bû. Xebateke  wî jî  romana kurdi ya ewil tê qebûl kirin, bi navê  “ Şivanê Kurmanca” ye.

     Erebê Şemo gundê Qersê ya bi navê Susizê ji dayik bûye. Susiz wê demê di bin dagiriya Rûsiya Çarlıxê de bû. Ew jî demek şûn de  koçî Rusî dike. Dibe karkerên raya tirenê û Boşevik a re hevdu nas dikin. Peywendiya wî bi bîrdoziya sosyalîzmê re çê di be ji vê sedemê sala 1916an de cerdewanên Çarlixê wi digirin davêjine girtigehê. Di girtigehê de jî peywendiya wî Bolşeviqa xurttir dibe. Dibe rêxînerê şoreşa Bolşevîqa ya 1917an.
     Piştî ku encama şoreşê biserkeftî dibe perwerdê dibîne û derbasbûna  kurdan a soyalizmê de dibe rêxinerekî kartêker. Nivîse wî yên bi navê “Şoreşa Kewçerê û Diroka Wî” ve “Jiyana Lenîné” gihiştiye roja me ya îroyîn de.

21.9.15

Nivîskarên Kurd

MELAYÊ CIZIRΠ(1570-1640) -
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me - an şahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.

Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî ûşeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene.
 
Îro ji husna dilberê

Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn
Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
şemsa semayê rabi' e
Lew pir ji şewqê şewwişîn
Pir şewwişandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e

19.8.15

ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN

   
           Ger nirxandina giranbihayiya tiştên jiyanî bên kirin, dê di vê pîvanê de çand rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê ya çandî pêk hatîne. Her çiqas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin, serê ewil de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddi(hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt afirandin, rêbazên veşartin û veguherîna xwarinê, têkilî, parastin, bawermendî û hemû amûrên spehîbûnê) tîne ziman.’’ Bi kurtasî mirov dikare çandê wekî, di afirandin û teşeyê afirandinê de hemî destxistiyên sazîbûn û watedarkirina civakê pênase bike.
Derbarê girîngiya çandê ya di gelbûn, netewbûn û têkiliyên wan de J.Delaros dibêje, ‘’Şerên di demên pêş de, ji bilî bandora aborî û birdozî dê bi bandora çadandan bên lidarxistin.’’ Nêrinên zanistan û pêşketinên li cîhanê(tixûbên bêwate, têkiliyên girêdayî berjewendiyan, taktîkên alîguhertinên demildest, teknolojî,…hwd) dide xûyakirin ku dê êdî di pîvanên qetbûn û yekbûnan de çandên gelan diyarker be.