Sernaverok

19.8.15

DÎROKA KURDISTANÊ

Demên berî zayînê Kurdistan

Ku mirov bahsa demên berî zayîna dîroka Kurdistanê bike, divêt ku mirov bizanibê ku di wê demê
de, weke ku bi ´Xinasefon´ re tê ser ziman, "kardox" hene. Di dema Hûrîyan de jî rengê "kurda" navê kurdan tê bikarhanîn. Di dema Gûtiyan de, ev nav heye. Di wê demê de, bi vê yekê re, mirov dibîne ku ji Kurdistanê re "welatê kurdan" an jî "kardoxiyan" tê gotin. Wê di deme Gûtiyan de kurd, pêşketineka mazin bijîn. Wê welatîtiya wan ya wê demê, wê bi fêr û cerbneka mazin bigihê ast û deme Împaratoriyê û nêzî 400 salî bijî. Piştî wan re, demên u têne jînkirin, wê deme wan ji holê nerakê, Lê wê awayê rêveberiya wan ji holê rakê.
Deme Mîtaniyan û Hûriyan, wê demeka xanadanî bê. Piştî deme Uriyan re ku ew demna bixanadanî yên li dûvhevdû jîna, wê weke ku di berdewama wan de, li herême botanê ya rojavayê bakûrê Kurdistanê dikeve û ku başûr rojavavayê Kurdistanê dike nava xwe de, wê di qadeka mazin de pêşketina wan bibe. Ew der, wê hate ku bigihê herêma Rehayê ku di wê demê de jê re "kalden-Ur" dihate gotin, wê ji wan re herêmeke navendî bê. Firat bilindbûna wê ava wê, li ber wê, temenê jiyaneka xurt û pêşketî diafirêne û jiyan ji li wir pêş dikeve û pêşketineka mazin dijî. Di deme Uriyan de jî, di deme Hûrî û mîtaniyan de jî, em dizanin ku xwediyê zanîn û kevneşopiyeka mazin in û pirtûkxaneyên wan hene. Zanebûneka wan ya pirr mazin heya. Gûtî, wê bidest bikarhanîna ayaran bikin weke rûpelên nivîsandinê. Wê Medî jî, wê kevneşopiya wan ji wan bigirin û bidina berdewam kirin.
Navenda Gûtiyan Herêma Cizîre bota bû. Wan, wê demê ji Cizîre bota re digotin "gerzûbaqarta". Cizîr, ew kelehe wê ya mazin, hê ji deme wan maya. Di deme Gûtiyan de hatiya Çêkirin. Ji xaynî wê kelehê, em dizanin ku gelek beşên wê ku îro ji holê rabûna hene. Herême dora wê jî hatiya rastkirin û hatiya vekirin ji jiyanê re. Ji vê yekê re hin sedemna pir mazin hena. Tirba Nebî Nuh di wê demê de cihê herî xweş jê re tê dîtin û li wir tê çêkirin. Ew tirba wî ya ku îro, weke ku li nîvê Cîzîrê ya. Di deme ku hatîbû çêkirin de li ber ava Diclê hatibû çêkirin. Çend ku av çiqandin pêre çêdibe û bi ber kêmbûnê ve diçê, êdî navber dikeve nava tirbê û çemê diclê de. Nebî Nuh, weke pîroziyeka her demê ya. Di deme wan (gûtiyan) de jî ew pîroziya wî heya û mirov di têgihiştina wê de na. Di deme Gûtiyan de ew nirxîtiya nebî Nuh heya. Hingî, Ola Êzîdiyê heya û serdesta û pergaliya yek-xwûdayiyê diafirêne. Gûtî, wê demeka wê ya pirr pêşketî û bi têgihiştin bê.

Piştî deme Gûtiyan deme Naîriyan û hatina deme Mediya

Deme Gûtiyan, wê li Kurdistanê, pêşketineka mazin bide çêkirin. Awayê rêxistinbûna wan li ser temenê herêmbûnê ya. Herêm bi herêm rêxistiniya wan heya. Her herêm mîrê wê heya. her herêm, mîrê wê, weke keyê wê ya. Ya ku di ast bilind de wan digihêne hevdû, pergale olî û nirxîtiya wan ya bi wê ya ku ew hemû li dora wê gihiştina hevdû ya. Zanebûna wan, wê wan hertimî di bîra hevdû de bihêle. Têkiliya herêman jî, weke ya êlîtiya ku hate roja me bi kurdan re jîn dibê ya. Her herêm bi êlîtiya xwe re xwediyê hêzê xwe ya jî. Di bin mîr de bi rêxistin a. Her mirovê u dijî bi mîr ve girêdayî ya û ji wê wirdetir, ku pêdivî pê hebe, şervanekî parastîna herême xwe ya jî. Ji bo wê diçê mirinê jî.

ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN

   
           Ger nirxandina giranbihayiya tiştên jiyanî bên kirin, dê di vê pîvanê de çand rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê ya çandî pêk hatîne. Her çiqas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin, serê ewil de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddi(hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt afirandin, rêbazên veşartin û veguherîna xwarinê, têkilî, parastin, bawermendî û hemû amûrên spehîbûnê) tîne ziman.’’ Bi kurtasî mirov dikare çandê wekî, di afirandin û teşeyê afirandinê de hemî destxistiyên sazîbûn û watedarkirina civakê pênase bike.
Derbarê girîngiya çandê ya di gelbûn, netewbûn û têkiliyên wan de J.Delaros dibêje, ‘’Şerên di demên pêş de, ji bilî bandora aborî û birdozî dê bi bandora çadandan bên lidarxistin.’’ Nêrinên zanistan û pêşketinên li cîhanê(tixûbên bêwate, têkiliyên girêdayî berjewendiyan, taktîkên alîguhertinên demildest, teknolojî,…hwd) dide xûyakirin ku dê êdî di pîvanên qetbûn û yekbûnan de çandên gelan diyarker be.