Sernaverok

28.4.17

MAMIKÊN HEREMA BOTAN(ÇANDA BOTAN)

Ev mamikên di vê beşê de bên weşandin, ji beşdarvan û parvekerên koma Facebookê ya bi navê Çanda BOTAN
Robar Bêwar,
Zelalzîn Lîlav,
Haci Bayik,
Xemgîn Goyî,
Mêvanê Evînê,
Ahmet Erk,
hatine girtin. Ji hemû parvekeran re em spasdarin.

1-Mamgê min û mamani !

Nerme germe,
Derî veke dane ber me,
Ger me nexwar,
Xirûme ser me.
(orikên heşandî)

2-Mamgê min û mamani !

Ez çûm ser ganiyegê piremêrek yê jûvel te ferşekê ser pişta vi...(şkêvlat, kosî)

3-Ez diçûm ji şkevtekê,
 teji têve şiv gûpalin,
 yeki rast têve tuneye? 
(gova bizinan)

15.3.17

Dengbêj û Stranbêj û Dengxweş

 Deng, dayîna Yezdan e, bikaranîna wî şarezati ye lêê dengbêjî kesayet e.
 
 
 
    Ji ber dewlemendiya erdnigariya Kurdistanê, her tim bûye qada talan û wêraniyê. Tepeseriya li ser vê erdnigariya nehêlaye sazî û dezgehbûneke demdirêj pêk bê. Her çiqas hineke sazbûn carinan pêk hatibin jî piştî hilweşanê berhemên heyî jî hatine tunekirin. Girêdayî van sedeman li Welat berhem û çavkaniyên nivîski hema bêje tune ne. Beranberî vê yekê gotin û deng pir xwurt derketiye pêş. Bi dengî hemû bûyer û hest hatine gotin û verêjîn. Bûye stran, çîrok, destan, dîrok, zanist, helbest,...hwd
     Di nava van bûyînan de cûreya herî balkêş stranin. Ji ber ku stran bi gotina xweş re dengeke xweş û ji dil gotin jî divê. Ew dengê ahenga bêmeqam derketî êdî bûye stran. Lewma çiqas bala gel kişandi be ewqas bala sermayedaran jî kêşaye û bûye piyaseyeka ya bazirganiyê jî.

2.8.16

Çîroka Dirgê Û Xiyaneta Jinbiraya Wê

Carek ji cara rehmet li dê û babê gûhdaran.
        Hebû Tinebû...
Li deverek yê kurdistanê, malbatek xwedî heft kur û keçek hebû. Malbata Koçer ne niştecihê derekê bûn. Bihara li zozana zivistana li deştê dijiyan. Debara wan bi ajal xwedîkirinê derbas dibû. Erdnîgariya lê jiyan dikirin, xwedî robarên boş mêrg û kanî bûn. Wek hûn dizanin di koçeriyêde balav (berav-cilşoştin) li beravan dihatin şoştin.

Rojekê bûka malê û keçika malê diçin balav ê. Cilên xwe ên qirêj dikin parzonên xwe de, zeriga balavê danîn liser parzonê qesta çem kirin û çûn balavê. Demê kû gihiştin li ber çem, bûkê got, Dirgê (Dirê navê keça malêye) de ka here piştiyek dar bine da kû em agirê pêxin, ava xwe germ bikin û da em Cilên xwe bişon. Dirgê berê xwe da li wî beroyî ji bo dar komkirinê, piştiyê dara berhrev kir, lê hîn dirî li wir bû, Dirgê têr tûtirgê xwe jî xwarin. Hineke tûtirik ji bo jinbiraya xwe berhevkir û êxist tîka kirasê xwe.

6.6.16

Gotinên Zêrînî (Herama Botan)

1-Tir li ki kû, das li kû.
2-Heçî dizine ji xwe dizane, yê nezane ji ya wan ve mesele baqê niskê ye.
3- Diwaro ez ji te re dibêjim, bûkê guhê xwe bidê.
4- Me bûk anî lez û bez, Dîsa sivga malê bûm ez
5- Min got, Cotyaro xet û xet
Wî got, Min nekirye, Ez nakim qet û qet 
6- Dengê diholê xweşe, Lê nêva wê vala ye
7- Heya kefa desta reş nebi, Tama devî xweş nabi
8- Waa mamê keşe, Bêje çi xweşe, Dinya xweşe Bê qerqeşe
9- Peyvira rondikê çava, Rêya ken paqij dike
10- Yekê nezanî çi bike, Xelk û alemê behsê bike, Çû tejî kaniya Gund bike.
11- Tirra xwe neke şalê xelkê de.
12- Şûn li şopê ve, gü teşkan ve.
13- Dûvikê rovî, şahidê rovîye.
14- Ne li gelî yê kur de razê, Ne xewnê xirab bibîne
15- Nanxwerê sifra dirîn

28.4.16

Çi Çû, Çi Ma ?!

Çi Çû;
Sevê, Fatma, Pakîze, Hecî, Ronî, zinar, Haşim, Havîn, Cudî, Serdem, Nurhak, Memed... Çûn
Ez tenê mam, qehir, jehir, keser û girêkik ma di gewiya-qirika min de...
 
ÇI ÇÛ ;
Derew, zirt, pesindayîna xwe, lewçetî ÇÛ
ÇI MA ;
Rastî, tekoşêrî, ciraet, xwenasîn, ked, kiryar, xwihdan, cangorîtî MA.
 
 
ÇI Çû ;
Baweriya bi rûniştin û bêdegiye serketin ya me ye çû.
ÇI MA ;
Tenê riya berxwedanê, ew ji can Dîvê li nava meydanê, kê heye ew zeravê candanê. Newêrim bêjim gotina bersivdanê.

18.2.16

Henek û Pêkenok( Şanoger, Evdilayê Haciyê Gozelê)

MESELEYA KORUCÎ (Rh. Şanoger, Evdilayê Haciyê Gozelê)

BEŞA 1.




BEŞA 2.



GAVANÊ TAXA YENIMALÊ




PROJEYA BAJÊR






6.2.16

Şahî û Dîlanên BOTANÊ

Meqam û awayên Şahî û Dîlanên Botan.

Meqamê Kevin(Milanê)



DUGAVÎ




SÊ GAVÎ



HILAVÊTIN



17.9.15

BOTAN

DANASÎNA HEREMA BOTANÊ


Erdnîgarî: 7.152 km²
Serjimara Navendê: 61.335 (2011)
Serjimara Giştî: 457.997 (2011)
Jimara Plaqeya Bajêr: 73

Derbarê Heremê de...
Navçeyên Wê: Elkê(Beytûşşebap), Cizîrê( Cizre), Basa(Gûçlûkonak), Hezex(İdil), Girikê Emo(Silopi) û Qilaban( Uludere)
Erdnîgarî: ji bilî heremên nêzîkî Binxet û Zaxo, hema bêje hemû herem çiyaye. Li heremên çiyayî daristan zêde tune. Daristanên ji geliyan dest pê dikin, carinan heya bilindahiyên nêzî jimara 2000 metreyan diçe.
          
         Heremên daristan piştî jimara bilindahiya 2000 metreyan hêdî hêdî werdigere darên qam kinik û giyayên zozanan. Piştî pilindahiyên digihêjin 3000 metreyan êdî bilindahî cihê xwe ji berfê re dihêle. ji ber xwezaya wê ya dewlemend, gelek cûre sewalên kedî-kûvî li heremê jiyan dikin
Rewşa Demsalan: Demsalalên wê li gorî hereman tê guhertin. Li heremên bilind, bandora demsala Serhedê ya hişk û sar, li cihên din di nava şev û rojê de cudahiya rewşa sarî û germiyê de gelek cudahî heye, her wisa ji ber, herem ji bandora zeryayan bêpar e, di nava demsalên zivistan û havînan de  gelek cudahî heye û demsalên wê hişk in û kêm baran e.

Dîroka Heremê: Dîroka herema kevnar, li goreyî pirtûka Ewliya Çelebî ya bi navê ”Seyhatname” heya berî tofana Nuh diçe. Li goreyî vê pirtûkê Keştiya Nûh Pêximber li ser çiyayê Cudî yê bilindahîya wî 2089 metre, sekiniye û mirovahî ji wir belav bûye.  Di dema Osmaniyan de gun bû. Sala 1927 bûye navçeyeke girêdayî Sêertê û sala 1990 ê gihaye statûya bajariyê.


War û Cihên Dîrokî: Herem, ji aliyên xwe yên dîrokî, çavkaniyên çandî û nirxwên xwezayî ve dewlemend gelek balkêş e. Li heremê gelek cih û deverên giranbiha yên hêjayî dîtinê hebin jî, mixabin herem ji ber şer û gengeşiyên bingehên wê xwe dispêre dîrokê ji aliyê turîzimê ve pêş neketiye. Ciheke herî dîrokî yê dîtinê, cihê ku keştiya Nuh li rûniştiye. Demên berê de li cihê ku keştî lê rûniştî, bizmarên/mih û qetên darên keştiyê hatine dîtin. Pirtûka pîroz a misilmanan(Qurana Pîroz) jî sekna keştiya Nuh a li ser ciyayê Cûdî pişterast dike.