Nîşe: Ev nivîsa min 01.07.2021 de di Rojnameya Xwebûnê de bi heman wêneyî hatiye weşandin.(https://xwebun.org/penaseya-cand-u-teknolojiye/)Dema çand tê pênasekirin,
pênaseya wê hema bêje ji al û qalê jiyanê digire nava xwe. Lewra
pênaseya çand û jiyanê gelek nêzî hev in. Her wisa ger her afirînerî
parçeyek ji teknolojiyê jî be, têgeha teknolojiyê jî ne gelek dûrî çandê
ye. Her berhema çandî an bandor ji afirandina teknolojiyê girtiye an jî
bandor li afirandina teknolojiyê kiriye. Di pêşketina mirov û
mirovahiyê de dîroka çand û teknolojiyê di heman çemî de herikîne. Herka
wan ya hevrêtiyê ji ya tenêtiyê coştir û xurtir bûye. Carinan pêlên
çandê rê li ber teknolojiyeke nû, carinan jî pêlên teknolojiyê rê li ber
çandeke nû vekiriye. Bes di aliyê wendakirin, bişaftin û tunekirinê de
teknolojiyê serî ji çandê standiye.










