Peyva jin ji sê tîpan û peyvekê kurt pêk tê. Di hêla nivîskî de jî ne mina peyvên wisa bi awayake dirêj û xemilandiye. Di rastiya xwe de dibe ku em ne di hişmendiya rastiya vê peyvê de bin, lê belê peyv bi xwe mîna rastiya jinêye. Kurt, cewherî, watedar, jiyanî...hwd. Yane dibe ku ne bi zanebûn ev peyv wisa hatibe afirandin, lê di rastiya xwe de gelek di şibe rastiya jinê.
Gava mirov rastiya jinê bi xwe digire dest, êdî mijar dirêj dibe û diçe. Ji serweran re amoreke zarokan çêdike, nivînan germ dike, nava malê paqij dike û sewalan xwedî dike, diyariyeke ji bo kureke nasê xwe yê qedirbilin bike, karkereke fabiqayan a erzan, makîneya dengan...hwd; ji bo zarokan, xadima malê, makîneya xwarin û vexwarinê, kesa mirov hemû kul û xemên xwe pozên wê re derxîne...hwd; ji bo beşeke jinên rastiya xwe fêmnekirîn, kesayeta mirov bikari nazdariyên xwe lê bike, makîneya xêmên xwe parvekirinê, kesayeta dijber ew pêra bikeve tekoşîna bi her awayî...hwd. Lê Gelo em di ferqa rastiya vê peyvêdene. Gelo em dizanin ev kesayet-peyv, sedema hebûna mirovahiyêye.
Jin hebûn û tunebûna gerdûne dide dest. Hemji aliyê zayînn û vezanê de, hem jî ji aliyê nivşên nû yên civakê perwerdekirinê de. Keseke nikare vê rastiyê înkar bike. Ji ber çi dibêjin kesên dê û babên wan tuneyî "bîjî"(piç). Ma Tewanbariyeke wan heye ku hatine cîhanê. Kes nikare bêje ku guneheke ew kesê bê dê û bab heye. Lê ji ber ne di destê dayîkekê de mezin dibe û perwerde dibe lewema wisa tê gotin. ji hêla civakê ve kêm tê dîtin. Ger ne wisa ba, divê ji kesên dayika wan ew hiştî û çûyîn re jî bigotina bîjî, lê ji ber ku di destê jineke din de mezin dibin, kes jê re van gotinan nabêje. Tenê di vê mijarê de jî girîngî û mezinbûna jinê diyar dibe.

Tirsa kesên xidam û xulaman dixwazin ji jine heye. Ev tirseke hişmendiya babiksalarî(erkek egemen zihniyet) ji hezaran salan û wirde heye. Ji ber dizanin ku di cewherê yan jî di rastiya jinê de azadî heye. Ger jin, bi fikir û ramanê azad mezin bibe, bandur li ser civakê û cîhanê jî dike. Her wisa civak û cîhaneke azad pergalîze dike.Lewra şerê herî mezin li hember jinê hatiye darxistin.
Jin ne dara şikestiye, dara jiyane bixweye. Ji bo jiyanek rast be jîn, divê jin azad be. Divê ew jiyana şaş a ku tê jîn, em bi tekoşînek bêhempa bidin şikandin û li gorî rastiya dîroka jine bijîn. ji ber ku rastiya jinê, rastiya herî nêzîkî rastiya xwezayêye, lewra kesayeta jiyanê watedar dike, jin bi xwe ye. Çawa xweza xwe li gorî rastiya dem û cihî nû dike, jin jî heman awayî afrîner û serkêşa
rastiyêye. Gotina" JIN, JIYAN, AZADÎ" lewra evqas watedare.
Rûken Cûdî
(06/08/2016)
No comments:
Post a Comment