Mihemed Arif Cizîrî Hunermendê bi nav û deng û dengxoş di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd hate dinê û çavê xwe vekir.
Jiyana Wî
Di zarokatiya xwe de vî jî mîna hemû zarokên Cizîrê guhdariya wan bas û mijaran dikir ku ev qesabxanên bo Ermeniyan danabûn. Her lewema wî bi çavên zarokiniyê pirsan ji xwe dikir, eva bo çi û ji ber çi û heta kengî? Lewaz bûna Împaratoriya Kevnare Usmaî û herifîna dergehê bilinde vê Împratoriyê û pêk hatina çendîn dewletan li ser vê axê û kuşt û kuştar û girtina xelek' û şerê yeke cîhanî bûye hegera têk çûna jîyana Giştî ya xelkê deverê.





