Sernaverok

6.10.17

SÎNEM...(Stran)

Delalê tu yê hinde li bin dara mayî
Te yê çavên reş belek kil dayî
Kulê tu bikevî mala vî melayî
Ew melayê rihê xwe berdayî
Ax de destê min û Sînema min gihabû darê mirad û mexsedê delalê
Êêê hay êêê û hêêê lê lê û lê
Ax wile vî teresi hibra reş lêdayê
Ax de rabe Sînem kubarê de rabe,
te derd heye, hoêêê, hoyêêê û hoyêêê mala min derman tune ye
…………………………………………
Wey sînem delalê te yê l’min kîn e, çavreşê te yê l’min kîn e
Leyl û Mecnûn l’ezmana min û Sînema min bûne çerxe kîne
Weyê de wezê bêm tewafa xala gerdenê delalêêê
Êêê hay êêê û hêêê lê lê û lê
Ax de cotê memikan min û Sînema min mohdecîne
Ax de rabe Sînem kubarê de rabe,
Te derd heye, hoêêê, hoyêêê û hoyêêê mala min derman tune ye
……………………………………………
Ax wey Sînem delalê dinya germ e…,
Wey dev û lêvên Sînema min taxim e
Sîng û bere Sînema min j’qumaşê Ecem e
Weylê xelik û aleme îd û erefatan fitara sere xwe didin delalê
Êêê hoy êêê û hoy hoo hêêê lê lê û lê
Hoyê hoyê ax wez xwe fitra serê Sînema xwe me
Ax de rabe Sînem kubarê de rabe,
Te derd heye, hoêêê, hoyêêê û hoyêêê hey mala min derman tune ye
…………………………………………….
Ax weylê Sînem wez ê li Botanê ketim Sînem bihar e
Wey lê sosin û beybûn heşîn bûne pala xwe dane xwar e
Wey lê Sînem dîtina min û Sînema min ev car e delalê
Êêê hoyê û hoyêêê û hoyêêê
Wey lê Sînem dîtina min û Sînema min ev car e
Ax de rabe Sînem kubarê de rabe,
Te derd heye, hoêêê, hoyêêê û hoyêêê weylê mala min derman tune ye

Herem: Botan/Berwariya
Stranbêj: Heso Kîwexî

No comments:

Post a Comment