Sernaverok

8.3.21

BÊJE JIN JÎYAN AZADÎ (Helbest)


Jin bi xwe jîyan e

Stûna li binê ban e

Her roj roja jinan e

Bêje jin jîyan azadî

 

Bo jîyaneke pak û nû

Sincî û li dijî kevnerû

Bilore û biqêre her ro

Bêje jin jîyan azadî

Bo jîna civaka gengaz

Xwenas jîr û serfiraz

Bi nivîs, hewar û awaz

Bêje jin jîyan azadî

Bo cîhaneke rêk û dad

Rê bidin xwenasên dad

Bi qêrîn li kolan û qad

Bêje jin jîyan azadî


Jin dê xwişk û heval e

Bi ked xeml û şepal e

Nehêle bigirî û binal e

Bêje jin jîyan azadî


War BOTAN


8 Adar 2021

No comments:

Post a Comment