Sernaverok

7.8.16

Peyva Jin Û Rastiya Wê

       Dema mirov dibêje JIN...
       Peyva jin ji sê tîpan û peyvekê kurt pêk tê. Di hêla nivîskî de jî ne mina peyvên wisa bi awayake dirêj û xemilandiye. Di rastiya xwe de dibe ku em ne di hişmendiya rastiya vê peyvê de bin, lê belê peyv bi xwe mîna rastiya jinêye. Kurt, cewherî, watedar, jiyanî...hwd. Yane dibe ku ne bi zanebûn ev peyv wisa hatibe afirandin, lê di rastiya xwe de gelek di şibe rastiya jinê.


       Gava mirov rastiya jinê bi xwe digire dest, êdî mijar dirêj dibe û diçe. Ji serweran re amoreke zarokan çêdike, nivînan germ dike, nava malê paqij dike û sewalan xwedî dike, diyariyeke ji bo kureke nasê xwe yê qedirbilin bike, karkereke fabiqayan a erzan, makîneya dengan...hwd; ji bo zarokan, xadima malê, makîneya xwarin û vexwarinê, kesa mirov hemû kul û xemên xwe pozên wê re derxîne...hwd; ji bo beşeke jinên rastiya xwe fêmnekirîn, kesayeta mirov bikari nazdariyên xwe lê bike, makîneya xêmên xwe parvekirinê, kesayeta dijber ew pêra bikeve tekoşîna bi her awayî...hwd.  Lê Gelo em di ferqa rastiya vê peyvêdene. Gelo em dizanin ev kesayet-peyv, sedema hebûna mirovahiyêye.

1.8.16

Bajareke Kuştin(Helbest)

Bajarek kuştinLi ber çemê Dijleyê
Bi şeveke reş û tarî de
Bi rojan û mehan li ber xwe dan
Teslîm nebûn teslîmiyet îxanet bû...
Jinên wan wekî Zînê, destên xwe vekirin û mirin hembêz kirin
Zilamên wan wekî Mem, bêdeng û bê axîn li ser gulleyên dijmin de çûn
Xwîna bajêr tevlî Dîjleyê bû û herikî
Rondikên Melayê Cizîrî dilop dilop li ser bajêr de dibarî
Qêrîn û nalînên dayîkan digiheştin asîmanan
Lê nekarî xweda ji xewn rakin,
Xweda ji xewde bû wekî me 
Li hemberî vê zilmê bêdeng ma wekî me
Bajarek kuştin bi awayek hovane
Cendekê bajêr qet qet kirin
Li her çar aliyê welat belav kirin
Li gel bajêr evîna Mem û Zîn
Xewn û xeyalên Ehmedê Xanê ji kuştin
Bajarek kuştin,
Bi tang û topan, bi neyartî
Ji dayikên me re gorek ji nehiştin ku êvarên înê ayetekê li ser bixwînin
ji pêşeroja zarokên me re ji tinê sondên tolhildanê hiştin
Niha ji çavên zarokên bajêr de tije tolhildan, hêviya rijandina wan rondikan e

Nîşe:Ev Nivîs Ji Aliyê Şopdarê Malperê Brêz Welat BÊDENG ve Hatiye Nivîsîn. Em Spasdarin.

3.2.16

Pişti Te Ev Bajar(Helbest)


PIŞTÎ TE EV BAJAR
(Ev Helbest Ji Şopdareke Malperê Brêz Welat Bênav Hatiye)


Nizanim piştî te li vî bajarê wekî min bextreşde çend bombe li ser de barîn

Nizanim çend zarok kolanên vî bajarê  tarî de hatin kuştin
Çend stêrk ji asîmanan şemitîn...


Piştî tu çuyî demsala xemê ev bajar dagir kir
Nizanim jinda çima bêhna porê te li kolanên vî bajarî naçe
 berfê lêkir
Baran barî
Şaredariyê heftî caran ev kolan pê avê şûşt
Lê nekarî jinda nekarî bêhna porê te kolanên bajêr xelas bike
Nizanim vî gelê xembar laşê çend ciwanên xwe bin vê axa sar de veşartin
Piştî tu çûyî ev bajar bû cinawirek xwîna zarokên xwe mêt
Nizanim jinda tu çima venagerî
ev bajar çima aram nabe
çima zarok mezin nabin vî bajarî
Nizanim jinda beyta min xelete yan ji xwedayê min


Welat Bênav