Sernaverok

3.2.18

Xewna Min De Bimînin Zarokino

Ez ê razêm li ser xewnek a nehatî dîtin
Li ser doşekek fireh,
Bila zindîtî biherike berbi fereca xêrê ve
Di berbangên bêxew de demjimêra xem û xeyalan de
Reprepa dil...
Ez ê li vê derê mafê xwe yê bêdengiyê kar bînim.
Dema jin hişyar bibe wê bibe av,
Zilam hişyar bibe wê bibe ax,
Stranên efsûnî di bêjin ji bo bîranînan
Vejîn li nav tovên veşartî de ye...

4.12.17

Ez Çok Nadim Erdê...!

Hêja ez nehatîm afirandin,
Dadgeh hatiye danîn
Li ser serê  sê riyan,
Hizrên min dibin stran.
Dikevin li ber lingên min
Bi gavên bizdonek,
Mîna gavên jiyanê…
A yekemîn dimeşim,
Rihê min ê zenînok,
Li nav porê min dialiqe
ji ber ku, çi çengên min bû
Ez xaka xwe hembêz bikim
Xeyalên min, di singa min de…
Janên zirav jê diçin.

20.5.17

XEMEK BÊNAV

Xemek bênav perda dilê min datkutîne
Nizanim bi çi awayî şîrove bikim xewnên wî yê pînekirî
Bi gotinên hevîbar nade nîrênizim
Teprepa wî dişarîne bîranîna
Kehrikek mêjûk hindî wî nake qarqar
Aram be dilo aram be,
Wê bixurice stêrka sibehê
Wê ji nû ve bêt bayê vejînê
Keç wê bisko temerîkên xwe bihunin

ÛTÛPYA ŞÎN


     Heyv, demsal, sal giş di nava xeyal û hêviyan de derbas dibin. Herikandina demê di nava qerebalixê da xewn, xeyalên meriv wek bangsaetê ji nişka ve meriv hişyar dike û ji meriv re dibe rêheval, li gorî min meriv têhnî yê  çibe xeyal û hêvî yên xwe li ser wan ava dikin. Xeyal tovê hêviyan direşîne li ser axa dil û li wir şîn dibin. Hinek peyv hene xewn û xeyalên meriv dixemilînin, dem derbas dibe ew peyv ji navaroka jiyana mirovan de cihek giring digire. Ew peyvên taybet wek ava newala diherike diçe dinava dilê meriv, cihek giring digirin û ji wan re dibe goman. 

2.5.17

EM ÇAR BIRANE


Em çar bira bûn
Bi yek beden û yek pêsîr
Çar birayên ne biramak
Xeyalên me her çaran li nav boxçika  dayika me
Gerdena rojê, me bi morikên elmasî nexş dikir
Heyhat heyhat!
Kurman dar kurmijand
Zêde bûn beko ewan
Tirk û erep, ecem û fars

28.4.17

MAMIKÊN HEREMA BOTAN(ÇANDA BOTAN)

Ev mamikên di vê beşê de bên weşandin, ji beşdarvan û parvekerên koma Facebookê ya bi navê Çanda BOTAN
Robar Bêwar,
Zelalzîn Lîlav,
Haci Bayik,
Xemgîn Goyî,
Mêvanê Evînê,
Ahmet Erk,
hatine girtin. Ji hemû parvekeran re em spasdarin.

1-Mamgê min û mamani !

Nerme germe,
Derî veke dane ber me,
Ger me nexwar,
Xirûme ser me.
(orikên heşandî)

2-Mamgê min û mamani !

Ez çûm ser ganiyegê piremêrek yê jûvel te ferşekê ser pişta vi...(şkêvlat, kosî)

3-Ez diçûm ji şkevtekê,
 teji têve şiv gûpalin,
 yeki rast têve tuneye? 
(gova bizinan)

TOVÊ COTYARÊN BÊNAV

Ez di vî bajarî de lingên xwe li kîjan sibandeyê bidim
Zarokatiya min wê jê bikeve,
Li nav hemû kijûrga de lehengên çîrokên bênav,
Sermest dibim bi bîranînên birîndar
Eve çend bihar bê malkehr borî
Çend caran jî beravêt rûkeniyên azad
Linav mista cudî û gabar
Cot dikin axa Kurdistan
Direşînin tovên rizgar
Robar BÊWAR

Ji bo bihara serbixwe û azad 

Robar Bêwar

28.04.2017

20.3.17

BİZİM SEVDAMIZ

Boncuk boncuk terdîr 
Alınlarda biriken
x
Zemheride akan yaştır
Sevgili gözlerinde 
Sımsıcak 
Bir imgedir mısralarda 
Dilde gergin
Bir okadar asi 
Devrim kıvılcımları
Gibi
Haktır 
Emektir
Özgürlüktür 
Bizim sevdamız

Robar BÊWAR
     1996
Nîşe: Ev helbest sala 1996 di rojnameyeke Şirnexê ya heremî de hatiye weşandin.

3.11.16

BISMILAYA MIN

Li ser sifra jiyanê
Tu Bismila min a teybetî
Secda bîranînê de
Dûaya min î
Û li gel te fêkî dide
Dara temenê min
Ciwaniya min li gel te şêwe dibe...
Û lêvên te yên hinarî
Diranê te yên hûrmirarî
Demsala Bihara dilê min e
Were min razîne
Li bin siha mûjangê xwe
Bila canê min bibe diyarî
Ji wan çavên te yên dexelî re
Bila temenê min dawî bibe
Girtîgeha çavên te de
Û bila qet dernakeve
Ji lêvên te
Azadî ya min

Robar BÊWAR
03.11.2016

10.9.16

BARANA HÛR(Helbest)

Barana Hûr,
War BOTAN
x

Hêdî, hêdî, nerm...
Di nav bayên rojê, ên germ
Dixwazim, bi cilê Adem li ber te bigerim.
Şilbûna hestên xwe, li ber germahiya te zûha bikim
Û hemû qirêjiyên dilê xwe,
Bi hestirên çavan derxînim
Bila kes nezane, ya rûyê min şil dike
Ne dilopê baranêne ne jî hestirên çavan
Barana hûr,
Hêdî hêdî, nerm...
Di nava bayên roja trêjgerm....
Robar Bêwar
(04/05/2016)

SIHBETA LI GEL MELA YÊ CIZIRÎ(Helbest)

Min derbas kir şevên çirya yên dirêj
Di binçenga min de dîwana melayê cizîrî...
 
 Mingot:
Melayê min
Bo min bike qala
Çavên yarê


Mela got;
Ez çi bêjim û çi wate yê li çavên yarê kim
Ez pênûsa li noqî derya ya hibrê kim
Kaxiz û lênûska tejî li ser rûyê erdê kim
Bikim riste û li helbesta bar kim
Hêja têra qala çavên yarê nakin...
Min got:
Mela yê min
Li min bike minetê
Bi evînê germ bike sihbetê

ÇI BELAYE(Helbest)

Ey rûhûriya teîet perî
Bejn û bala te çi belaye
Hiş û hedam te nehişt serî
Herdu xalên gerdena te çi belaye
Te dilê min kir maka kul û xema
Zilfên te yên qemer çi belaye
Koçber bûn, cem min sebr û tebat
Çavên te yên nêrgizî çi belaye
Şev bêaramim, roj bêtebat
Navtenga te ya zirav çi belaye
Dilê ê kovan de peyda bû hezar bela
Dêmên te yên sorgulî çi belaye
Dikelijit hinavên min de dojeh
Lêvên te yên şekirî çi belaye
Te ez kirim sêwiyê li ber diwara
Meşa te ya wek qumrîkê çi belaye

Robar BÊWAR

(07/09/2016)

2.9.16

LI VÊ DERÊ

Li vêderê işq
Bi nanê zûwa tête naskirin
Xîzanî qemçiya zalimî ye
Hêvîyan xwe hilkêşaye çiyayên asê
Li vêderê jiyan
Qîrîna bûka salê ye
Xem û şîn bê zimane
Paşe roj nedîtiye
Pêşeroj tête hejandin...
Li vêderê,
Ax ,av,hewa û agir pîroze
Hêrs û evîn gel yek mezin dibin
Nan bi xuhdanê tête strandin
Û kulîlk hemû serhildêrin...
Li vêderê

15.8.16

....Û RASTÎ

Li gerdûnê heye rêzgirtin ji çewtiyan re,
Ne laş diêşe, ne giyan bi reng guhertina margîs
Dimêjîne dewlemend, dewlemendî
Berjewendî dûhnê ser avê 
Xwîn dihincirînit aşitiyê
Xîzanê xeyalan, rêbirên azadiyê
Pelepînga tavêjin  li ber ciwantiyê
Dihiltepilit hezkirin,evin dikevit bîrek kûr
Bi meqyajê tên nixamtin, rûyên kiret
Li ber kêliyan re derdikevit guneh
Giran tê serê Simaîl ji bo laşê wî
Habîl kêra xwe tûj dike
Bi jin û zarokan mezin dikin kuştinê
Jana Îsa nûvejen bo xaçedarê ve
Tirsê havênê xwe meyand...

12.8.16

ÊDÎ NAXAZIM VEXWIM AVA HEYATÊ

Ez nexweşim zeriyê,
Min dûr neke ji nêrînên xwe
Bide min destûrê,
Da kû bêm tewafa eniya te
Serê min deyne li ser çokên xwe
Û giyane bide min,
Ji wan lêvên xwe yên hinarî
Ji bo min biheşta baqî her ew e
Nemaze serê min li ser çokê
Û min binêrin çavên nêrgizî
Demê ez ketim xewa şêrîn
Destên xwe hêdî hêdî,
Li ser serê min rake û derî rade li ber xewnan
Sînga min bike cohnî yê kilên çavên xwe
Paşê bila min bikujin tîr awirên te ey xifşe xezalê
Lê  tu bi xwedêkî/ez têhnî me
Tu avê bidî min /ji wan cote lêvên şekirî
Wextê vexum ji wan lêvan şerbetê
Êdî naxazim vexum ava heyatê...

Robar BÊVAR

EZIM KURDISTAN, EZIM KURD

Ez im Kurdistan,
Reqsa agir,ax û av...
Xwedî yê heremên têr team,
Strana kawa yê hesinkar.
 Ezim Kurd,
Leheng û dildarê te ey keça Med
Sond dixwim dest ji te bernadim
Ser serê min çêbin hezar qiyamet
Ez im Kurdistan,
Ser singa min,
Tu car kêm nebûn, azwerî û bersên bêhed
Bêjimar cangorî min dan
Ez im Kurd,
Dest li çek, mesken çiya
Ez ê singa xwe bikim hêsar ji bo te,
Ez ê bibim cangorî yê ax te
Heya kû azad bibe civak û xaka te

2.8.16

Çîroka Dirgê Û Xiyaneta Jinbiraya Wê

Carek ji cara rehmet li dê û babê gûhdaran.
        Hebû Tinebû...
Li deverek yê kurdistanê, malbatek xwedî heft kur û keçek hebû. Malbata Koçer ne niştecihê derekê bûn. Bihara li zozana zivistana li deştê dijiyan. Debara wan bi ajal xwedîkirinê derbas dibû. Erdnîgariya lê jiyan dikirin, xwedî robarên boş mêrg û kanî bûn. Wek hûn dizanin di koçeriyêde balav (berav-cilşoştin) li beravan dihatin şoştin.

Rojekê bûka malê û keçika malê diçin balav ê. Cilên xwe ên qirêj dikin parzonên xwe de, zeriga balavê danîn liser parzonê qesta çem kirin û çûn balavê. Demê kû gihiştin li ber çem, bûkê got, Dirgê (Dirê navê keça malêye) de ka here piştiyek dar bine da kû em agirê pêxin, ava xwe germ bikin û da em Cilên xwe bişon. Dirgê berê xwe da li wî beroyî ji bo dar komkirinê, piştiyê dara berhrev kir, lê hîn dirî li wir bû, Dirgê têr tûtirgê xwe jî xwarin. Hineke tûtirik ji bo jinbiraya xwe berhevkir û êxist tîka kirasê xwe.

28.7.16

Siyabendê Min(Helbest)

Siyabend...
Em bi şevekê ra derbasbûn
Mûjangên min bi çavên min re diketin rikanê
Lê te di gola çavên xwe de hêvî mezin dikirin
Herî dawî tu bûyî mêvanê vê malê
Xeyalên te cîh nedibû li hewşêde
Zarok li peravên wan xeyalan hînî jiyanê dibûn
Di navbera te û şevê de berbang mezin dibûn
Edî dor dora gerelawijokan bû
Di vê gerelawijokan de
Strana herî xweşik te got
Siyabendê min.....



Robar Bêwar

6.6.16

Gotinên Zêrînî (Herama Botan)

1-Tir li ki kû, das li kû.
2-Heçî dizine ji xwe dizane, yê nezane ji ya wan ve mesele baqê niskê ye.
3- Diwaro ez ji te re dibêjim, bûkê guhê xwe bidê.
4- Me bûk anî lez û bez, Dîsa sivga malê bûm ez
5- Min got, Cotyaro xet û xet
Wî got, Min nekirye, Ez nakim qet û qet 
6- Dengê diholê xweşe, Lê nêva wê vala ye
7- Heya kefa desta reş nebi, Tama devî xweş nabi
8- Waa mamê keşe, Bêje çi xweşe, Dinya xweşe Bê qerqeşe
9- Peyvira rondikê çava, Rêya ken paqij dike
10- Yekê nezanî çi bike, Xelk û alemê behsê bike, Çû tejî kaniya Gund bike.
11- Tirra xwe neke şalê xelkê de.
12- Şûn li şopê ve, gü teşkan ve.
13- Dûvikê rovî, şahidê rovîye.
14- Ne li gelî yê kur de razê, Ne xewnê xirab bibîne
15- Nanxwerê sifra dirîn

19.2.16

Ş.CÛDÎ ZÛRAVA(Helbest)

Ez Cûdî zûrava dayê
Demê ku te li mal de xeyal dihûnandin
Xeyalên min diherikî  ji devre
Dizanim bi çûyîna min re
Li singa te de eş û kulan hêlin çekir
Lê bizane dayê
Ez rûyê mirinê geş nakim
Li ser çiyayê Cûdî, Cûdiye miraza
Ez ê xeyalên xwe berdim li bin kulîlkên
Kesk û sor û zer
Ez ê rûkeniya te bêxim kefa deste xwe
Û bireşînim li ser  rûyê wan
Da ku kelecana  jiyanê  bibe stran
Û li ser çiyayên Kurdistanê bên strandin