Sernaverok

20.5.17

XEMEK BÊNAV

Xemek bênav perda dilê min datkutîne
Nizanim bi çi awayî şîrove bikim xewnên wî yê pînekirî
Bi gotinên hevîbar nade nîrênizim
Teprepa wî dişarîne bîranîna
Kehrikek mêjûk hindî wî nake qarqar
Aram be dilo aram be,
Wê bixurice stêrka sibehê
Wê ji nû ve bêt bayê vejînê
Keç wê bisko temerîkên xwe bihuninTolazên welêt wê dakevin qada
Dê ji nûve pênase bikin berbanga
Ez soz didim te wê rojê
Ez ê lixabê ji ser te rakim
Bese dilo bese!
Ez qefesê li te teng nakim
Hêviyan tucarî winda nakim
Ez ê gazî hersê birakim
Nakokiyan ji nav xwe rakin
Em ê tifaqî yê avakin
Were dilo li min bike guhdarî
Ne çi kare xemsarî
Ev barekî girane
Ne şolê henek û yarî

Robar BÊWAR

11/05/2017

No comments:

Post a Comment