Sernaverok

20.5.17

ÛTÛPYA ŞÎN


     Heyv, demsal, sal giş di nava xeyal û hêviyan de derbas dibin. Herikandina demê di nava qerebalixê da xewn, xeyalên meriv wek bangsaetê ji nişka ve meriv hişyar dike û ji meriv re dibe rêheval, li gorî min meriv têhnî yê  çibe xeyal û hêvî yên xwe li ser wan ava dikin. Xeyal tovê hêviyan direşîne li ser axa dil û li wir şîn dibin. Hinek peyv hene xewn û xeyalên meriv dixemilînin, dem derbas dibe ew peyv ji navaroka jiyana mirovan de cihek giring digire. Ew peyvên taybet wek ava newala diherike diçe dinava dilê meriv, cihek giring digirin û ji wan re dibe goman.      Mirovên dilê wan tejî  tirsê bit, di gel wan tirs û fikra xeyalên wan cih diguherin, wek derdê nanî, derdê evînê ev fikarên wisa jiyana mirovan dîl digire. Dibêjin mirovên ne azadbin nikarin jiyanek azad biafirîne. Li gorî min xeyal jî li gel bûyeran tên guhertin. Jiyana kû bingeha xwe li ser mal û metayê tê avakirin ji  hezkirina mirovan dûr in. Ew mirovên kû jiyana xwe li ser berjewendiyan ava dikin, rojek jî be nikarin bayên jiyanek xwezayî nakêşin hundûrê xwe û wek mirovek birûmet najîn û jiyana wan dawî dibe. Di bêjin her tişt bi hezkirina mirovekê destpê dike, hezkirina mirovan, hezkirina welat hezkirina kulîlkan.....hezkirin kedê dixwaze ked guhertinê û şoreş jî zivirandinê dixwaze. Demê ev tişt çebûn wê gavê mirov dizane evînên mezintirîn, hevaltiyên mezintirîn digel şoreşê tên jiyandin. Xeyalên xewna dixemilînin digel pergala serdest ve hatî qedexe kirin stranên azadî û wek hevî yên wek birîna xencerê di  nava dilê merov de...
     Werin şeveka têr stêrk de em xeyal û hêviyên xwe  di gel kevokên spî re bifirîn berbi asuyê bêdawî ve...

Robar BÊWAR

10.05.2017

No comments:

Post a Comment