Ez im Kurdistan,
Reqsa agir,ax û av...
Xwedî yê heremên têr team,
Strana kawa yê hesinkar.
Ezim Kurd,
Leheng û dildarê te ey keça Med
Sond dixwim dest ji te bernadim
Ser serê min çêbin hezar qiyamet
Ez im Kurdistan,
Ser singa min,
Tu car kêm nebûn, azwerî û bersên bêhed
Bêjimar cangorî min dan
Ez im Kurd,
Dest li çek, mesken çiya
Ez ê singa xwe bikim hêsar ji bo te,
Ez ê bibim cangorî yê ax te
Ez im Kurdistan,
Xakek xêr û bêr ,
Tim bereket bû axa min a zîv û zêr
Lê hoviyên bê wijdan,
Li min kirin Cilên xwe yên kirêt
Ez im Kurd,
Ez ê bi Gîjle û Fırat bişûm biskên te
Ez ê rojê bikim şeh ji bo pora serê te
Ez ê bibim melhem ji bo birînên te
Ez im welatê rojê,
Dîlbera Zerdeştê Kal,
Landika Şêx Seîd,
Wargeha lehengên enîçal
Ez im evîndarê te,
Vaye bîstûneh car min çêkir xemla te
Destê min de ye mifta dilê te
Ji bilî min tuneye yar di gel te
Ez im Kurdistan,
Erdnîgariya axa kubar
Sînga min diherikin dû robarên navdar
Xweş wargehim têr evîn dil nazdar
Ez im Kurd,
Ez ê birînên te vehêr bikim
Ez ê dîrokê nûjen bikim
Hêvîyên xwe tûcar winda nakim
Esilzademe xudan xakim
Min tu hejandî bi landika dilê xwe
Min çiya mezin kirin bi lorikên xwe
Da kû bibe hêsar ji bo canê te
Dê xwedî derkeve Xeyalên bab û kalên xwe
Sond dixwim bi serê te,
Ez ê derêxim êş û kulan ji dilê te
Nahêlim ji kesê ra mîratê bab û kalên xwe
Serbilind û serfirazî bêm xazgînî ya te
Robar BÊWAR

No comments:
Post a Comment