
Tahir, ajandaya Berken vekir û li navê dimeyzand. Hemû rûpel bi rekûpek bûn. Çi kiriye, çi nekiriye, tiştên kêm û zêde hemû roj bi roj tomar kirine. Keyfa Tahir pir ji vê yekê re hat. Yekem kurdê bi rekûpek bû Berken li gor Tahir. Lê gava hate meha adarê tiştekî bala wî kişand. Roja 16an tunebû di nava ajandayê de. 16ê Adarê diyar bû ku hatiye qetandin. Hêj şûna qetandine diyar bû li nav ajandayê de. Tahir xwe negirt û gazî Berken kir:
___ Kak can, tu her hebî! Helal be ji te re! Ez te pîroz dikim. Jiyana te bi tevahî li gor pergalekê ye. Bala min rûpela 16a kişand. gelo çima ew rûpel tune ye?
Berken keserek kişand. Kesereke tije kul û derd… Kesereke tije êş û jan… û axivî bi dilê xwe ne bi devê xwe:
___ Ezîzê min! 16ê Adarê ji min re tune ye! Êdî ez we rojê najîm! Ew roja ku tu qala we dikî 16ê Adara 1988an mir! Gava bêhna sêvan kete pozê min ji min re ew roj mir kak…