Li gerdûnê heye rêzgirtin ji çewtiyan re,Ne laş diêşe, ne giyan bi reng guhertina margîs
Dimêjîne dewlemend, dewlemendî
Berjewendî dûhnê ser avê
Xwîn dihincirînit aşitiyê
Xîzanê xeyalan, rêbirên azadiyê
Pelepînga tavêjin li ber ciwantiyê
Dihiltepilit hezkirin,evin dikevit bîrek kûr
Bi meqyajê tên nixamtin, rûyên kiret
Li ber kêliyan re derdikevit guneh
Giran tê serê Simaîl ji bo laşê wî
Habîl kêra xwe tûj dike
Bi jin û zarokan mezin dikin kuştinê
Jana Îsa nûvejen bo xaçedarê ve
Tirsê havênê xwe meyand...Xem hêviya dikurmijîne
Fisq û fesadiyê tovê xwe reşand
Payîz ket li nav bexçê mirovatiyê
Şikest şûrê edaletê
Maf ketiye şihîna bazirganiye
Dem diheriki gav bi gav
Biratî ket li ber baya neyaretiyê
Bi hezaran cangorî, li nav gorên nediyar
Xilas nabin xwestekên şaristaniyê
Çiqle dar, destê mazlum de dibe mar
Rojeva zalimî de dav vedana li ked û debarê
Gûmêşa êrîş dan ser mêşa hingivî
Hişk bû belçim, şikest çiqlê darê
Malkehra xwezayê tejîbû dûvpişk û mar
Xan û man para kundê kur, zindan ji bo bilbilê
Bo deryayek har, nalîna Rojhilat û Rojava
Kelekek şikestî ma li destê mirovatiyê
Tiştên berevajî erênî tên pejirandin
Xirabû terizandina şihîna edaletê
Robar BÊWAR
(14/08/2016)
No comments:
Post a Comment