Bi nanê zûwa tête naskirin
Xîzanî qemçiya zalimî ye
Hêvîyan xwe hilkêşaye çiyayên asê
Li vêderê jiyan

Xem û şîn bê zimane
Paşe roj nedîtiye
Pêşeroj tête hejandin...
Li vêderê,
Ax ,av,hewa û agir pîroze
Hêrs û evîn gel yek mezin dibin
Nan bi xuhdanê tête strandin
Û kulîlk hemû serhildêrin...
Li vêderê
Stranên şervaniyê tên ji berkirin
Çavên zarokan de nêrînên şoresgerî û
Ecel roniştiye serê malê
Robar BÊVAR
TU BIMEŞÎ
tu bimeşî
Ax wê ji janê azad bibe
Û wê serî hilde tov
Dê der bibe genimê sor
Tu bimeşî,
Zîl wê hişyar bibe
Ji bo hêviya
Derd û kalên çiqildayî
Wê bizewicin
Li gel xweşî û şahiya
Tu bimeşî,
Wê zer bibe genim
Û wê bizivire aş
Wê tejî bibin karig û kadîn
Ne kû ez te kişkiş dikim
Tu bimeşî,
Wê bêt serkeftin.
Robar BÊVAR
(30/08/2016)
No comments:
Post a Comment