Sernaverok

10.9.16

ÇI BELAYE(Helbest)

Ey rûhûriya teîet perî
Bejn û bala te çi belaye
Hiş û hedam te nehişt serî
Herdu xalên gerdena te çi belaye
Te dilê min kir maka kul û xema
Zilfên te yên qemer çi belaye
Koçber bûn, cem min sebr û tebat
Çavên te yên nêrgizî çi belaye
Şev bêaramim, roj bêtebat
Navtenga te ya zirav çi belaye
Dilê ê kovan de peyda bû hezar bela
Dêmên te yên sorgulî çi belaye
Dikelijit hinavên min de dojeh
Lêvên te yên şekirî çi belaye
Te ez kirim sêwiyê li ber diwara
Meşa te ya wek qumrîkê çi belaye

Robar BÊWAR

(07/09/2016)

No comments:

Post a Comment