Min derbas kir şevên çirya yên dirêj
Di binçenga min de dîwana melayê cizîrî...
Mingot:
Melayê min
Bo min bike qala
Çavên yarê
Bo min bike qala
Çavên yarê
Mela got;
Ez çi bêjim û çi wate yê li çavên yarê kim
Ez pênûsa li noqî derya ya hibrê kim
Kaxiz û lênûska tejî li ser rûyê erdê kim
Bikim riste û li helbesta bar kim
Hêja têra qala çavên yarê nakin...
Ez çi bêjim û çi wate yê li çavên yarê kim
Ez pênûsa li noqî derya ya hibrê kim
Kaxiz û lênûska tejî li ser rûyê erdê kim
Bikim riste û li helbesta bar kim
Hêja têra qala çavên yarê nakin...
Min got:
Mela got:
Qet ji min neke wê pirsê
Dûr digire ji aramî û ferzê
Agir û pête li dilde
Dernakeve bi yek le'zê
Mûptela yê yarê û sotî dil
Gul tên afirandin ji xweliya dil
Bi figan û feryadî herdem
Tu nizanî bilbil dinale an jî gul
Lê heye demsalek li rûyê yarê
Ew demsal nîne li ser rûyê zemînê
Jiyaneke li nav baxê dil
Ew teşe jiyan xasê evînê
Qet ji min neke wê pirsê
Dûr digire ji aramî û ferzê
Agir û pête li dilde
Dernakeve bi yek le'zê
Mûptela yê yarê û sotî dil
Gul tên afirandin ji xweliya dil
Bi figan û feryadî herdem
Tu nizanî bilbil dinale an jî gul
Lê heye demsalek li rûyê yarê
Ew demsal nîne li ser rûyê zemînê
Jiyaneke li nav baxê dil
Ew teşe jiyan xasê evînê
Melayê min,
Mihebetê demê xwe berda li dilde
Me şev borand kir singê rojê de
Tamek nepen û xweş ji ristên te
Ma lı ser zimên de
Robar BÊVAR
07/09/2016
07/09/2016

No comments:
Post a Comment