Sernaverok

4.12.17

Ez Çok Nadim Erdê...!

Hêja ez nehatîm afirandin,
Dadgeh hatiye danîn
Li ser serê  sê riyan,
Hizrên min dibin stran.
Dikevin li ber lingên min
Bi gavên bizdonek,
Mîna gavên jiyanê…
A yekemîn dimeşim,
Rihê min ê zenînok,
Li nav porê min dialiqe
ji ber ku, çi çengên min bû
Ez xaka xwe hembêz bikim
Xeyalên min, di singa min de…
Janên zirav jê diçin.
Bi çi zimanê  netewan min neda fêmkirin
Çokên min ji erdê enirine…
Çok nadim erde!
Û çi rûyê min ê hezar reng jî tune bû
Ez bûm hemalê derd û kulan
Bê bêhdan digerim…
Mîna majmajînatkan
Bi devê xwe ez avê dibim,
Li ser dojehê
Her gotinên min ditewa
 Mîna perasoya
Û ez xwînî dibûm
Ez ê stranan bêjim
Ji şeve re…
 Bila dîsa dayîka min bize
 Û bedena min bi xwê mizd bide
Êdî çi pêwistî ya min tune
Ji gopalê Mûsa…
Her çiyayê min,
 Çiyayê Torîsîna
 Her şikevtên min,
 Şikevtê Hîrayê ye
 Eyy îsrafîl pif bike sur ê
 An qesem navê xwûdê kim
Ez ê rakim qiyqmetê
Robar Bêwar


26/10/2017-Şirnex

No comments:

Post a Comment