Demê ku te li mal de xeyal dihûnandin
Xeyalên min diherikî ji devre
Dizanim bi çûyîna min re
Lê bizane dayê
Ez rûyê mirinê geş nakim
Li ser çiyayê Cûdî, Cûdiye miraza
Ez ê xeyalên xwe berdim li bin kulîlkên
Kesk û sor û zer
Ez ê rûkeniya te bêxim kefa deste xwe
Û bireşînim li ser rûyê wan
Da ku kelecana jiyanê bibe stran
Dizanim her babek kurd
Yaqubeke li benda Îsif ê xwe
Li ber peravê jiyanê
Dem dîlgirtiyê qederêye babo
Şênbere jan li ber çavan
Perdeya çi demî tu li ser rûyê wê rakî
Xeyalên cemidî wê jê bikevin
Biharên me bê gul û çîçekin
Derî li ser jiyanê hatiye radan
Lê dengek efsûnî tête guhên min
Dibêje çiyayên Kurdistanê avisê Azadiyê yeRobar BÊWAR
No comments:
Post a Comment