Laşê min û te di hilweşa ser,
Lê niha çavên te bizdonek bûne
Ma ez ji çiqlê dara evînê ketim…
De ka bêje,
Şopên awirên kêne mayî li nav çavên te
Ay dildara min
Çi helbesta evînê bihata nivîsandin
Peyva helbestê ya hêrî nexşîn ez û tu bûn
Em şagirtên qesra bextewariyê bûn
Lê niha hestên te koçber bûne
Ma ez ji textê dilê te ketim
Deka bêje,
Ew kî ye rûniştî li ser hêsîra dilê te
Çi wargeha evînê rûyê min û te biçûya li nav
Demsala wê dibû bihar
Demê wêneyê xwe li ser rûyê me xêz dikir
Lê niha rengê cûda bûnê li ser rûyê te
Ma ez ji neynika rûyê te ketim
Deka bêje
Ew kî ye xwe li xewnên te alandî
Ay dildara min
Çi bayê evînê bihata min û te beralî dida
Zarokên bêguneh demsal dizivirand
Pifên lêvên me bo bazbend ji bo jana evînê
Lê niha navê min li ser ezmanê te zenînok dimîne
Ma ez ji ayeta evînê derketim
Deka bêje
Ew navê kî ye li ezmanê te aliqî
Ew nexşejiyana min û te çêkirî
Bi hibra evînê
Deka bêje
Ma cihê min li kûye
Ay dildara min
2002/
Robar BÊWAR
No comments:
Post a Comment