Sernaverok

3.2.18

Xewna Min De Bimînin Zarokino

Ez ê razêm li ser xewnek a nehatî dîtin
Li ser doşekek fireh,
Bila zindîtî biherike berbi fereca xêrê ve
Di berbangên bêxew de demjimêra xem û xeyalan de
Reprepa dil...
Ez ê li vê derê mafê xwe yê bêdengiyê kar bînim.
Dema jin hişyar bibe wê bibe av,
Zilam hişyar bibe wê bibe ax,
Stranên efsûnî di bêjin ji bo bîranînan
Vejîn li nav tovên veşartî de ye...
Ew destên rondikên çavan paqij dikir
Ew dest dizanin, ez gelek digiriyam.
Ez ji xew rabim wê xemên min belav bibin,
Liser keyfweşiya zarokan
Çi hêviyên min nemane ji asîmanan
Wê çawa kifin li bejn û bala zarokan bê,
Ma goristan teng nabe ji bo listikên Wan...
Ji nişka ve erdhêjek dijwar,
Diqulipe li ser şevê
Heyîv birhên xwe diqurmiçînit.
Kî li benda  kê dimînin,
Ez sîha te bêhn dikim
Lêvên min di qelişîn,
Perperoka şevê di dane li ser zilfên te ên qemer...
Dayîka ji bo min dia dike,
Pepuk li ser milê min diçe lîs
Dojeh nayê nixumandin, bi qumaşe etles
Tîrên rojê li ser min de tên
Ez xwe dikêşim hêsara singê xwe
Laşê xwe veher dikim
Ez di birka demê de diçim, têm
Şev ket, bû kelex
Ka ew baranên hêvî di gel xwe tanîn
Na tirsim...
Di quncika mezelê de,
Çîroka kemîn daniye
Ez li pey nêçira tobê me
Mizgîniyek rih spî ji bo min rêke
Robar BÊWAR29.01.2018

No comments:

Post a Comment