Muzîk aramiya rihê mirovan e. Derdên me, evinên me, xêl û şînên me bi saya muzîkê tên ser ziman. Ez xwe –her çiqas dengê min nexweş be jî- weke evindarekî muzîkê dibînim.Carinan Mirado, Şakiro, Mehmûd Qizil, Mihemed Arif Cizirî, Tehsîn Teha, Eyşe Şan, Mihemed Şexo carinan ji Şivan Perwer, Ciwan Haco, Hemê Hacî, Delîl Dîlanar, Xecê (tene Xecê), Seyda Perînçek guhdar dikim. Li gor min muzîka kurdî, enstîtûya dîroka êşên kurda ye. Şeva borî dema paşivê wezîra karên hundirîn paşîva me amade dikir, xwesteka dengê Seyda Perinçek li min peyda bû. Di “YouTube” de strana wî ya bi navê “ Yek ji min çû yek ji te çû” min guhdar kir. Her du risteyên pêşîn li gor ramanê min felsefeyeke kûr, gazineke çilmisandî, birîneke salan nişan dide lê ya bala min birî ser xwe risteya:
Bê ilm û huner in!..
Dilê min lerizî kêliya min ev riste bihîst. Vê risteya navborî bergeha civaka me dabû ber çavê min. Ez ne bawer im ku tu gel di vê serdemê de di stranên xwe de qala ilm û zanistê bikin. Ev rewş bêguman paşdemayîna me, di serdemên berê de asêmayina me eşkere dike.
Çima gelo em hêj van stranan dilorînin?
Çima gelo ev nezanî, ev cahiltî me bi ber ronahî û zanistê ve azad nake?
Ya herî eceb ev yekê ku pêşiyê me berî 1000 (hezar) salan xwe ji bo zanistê “xerk” kirine, xwe ji bo ilm feda kirine.
Gava em diçin salên 1000î em dibînin helbestvan, fîlozof, mutesewif, zanayê kurd Baba Tahîr Hemedanî (935-1019) ji bo zanistê fedakariyekê pir balkêş kiriye. Ez dixwazim serpêhatiya wî, ya ji bo zanistê bi we re parve bikim da ku em bizanibin zanist ji me re dihat çi wateyê.
Li gor riwayetan rojekê Baba Tahir diçe medreseyekê. Bi suxteyan(xwendekar) re qîl û qal dike. Ji suxteyan dipirse:
” Gelo mirov çawa xwedî ilm dibe?”
Suxte weke hûn dizanin pir ji tinazan hez dikin. Ew jî tinaz û henekên xwe pêdikin û wiha bersiva Baba Tahir didin:
“ Divê mirov şevekê di nava birka cemîdî de bimîne!”
Baba Tahir ji wan bawer dike û xwe di bavêje nava birkê. Roja din gava suxte tên, dibînin Baba Tahir di nava birkê de ye û dibêje:
“ Bi şev kurd raketim, bi roj ereb hişyar bûm.”
Ango wî zanist bi dest xistiye û bûye mezinek ji yê serdemê. Mirov şaş dibe, mat dimîne! Me tu fêr ji dîroka xwe wernegirtiye. Çawa gelek ji vê asta Baba Tahir hatibe vê asta xeternak?
Belê bav û kalan ji bo pêşveçûnê ketina ava seqemgirtî, bi hezar kîlometreyan rêwîtî kirine, ders dane siltan û şahan (mînak: Mele Goranî), rêçik û mezheb ava kirinê lê neviyên wan hêj li destê biyaniyan dinêrin. Seyda Perînçek mafdar e, dilê wî dişewite lê yên ku vê peyamê dibihîsin, dikarin vê rewşê biguherînin û di cihê xwe de rûdinin ji xwe re çi dibêjin?
Ez dizanim hin kesê bibêjin ne dema zanistê ye, rojev tije ye!.. Ji ber ku rojeva me tune ye her sal, her meh, her gav, her kêlî rojeva me di bin dagirkeriya biyaniyan de ye. Geh werzîş e geh aborî ye geh hilbijartin e… Tu car me rojeva xwe diyar nekiriye. Heta em rojeva xwe diyar nekin em dê bibin amûrê rojeva biyaniyan. Xwedî rojevbûn jî bi saya zanistê pêkan e. Çawa Îsmaîl Ebû Lîz el-Cezerî, Baba Tahir Hemedanî, Mele Goranî rojev diyar dikirin em jî dikarin rojevê diyar bikin.
Rê eşkere ye, rêbaz diyar e...
Yan em dê bidine pey zanistê em dê xwe ji nû ve vejînin yan jî weke wan penc sed salên borî em dê dîsa bibine muxatabê her du risteyên Seyda Perînçekî yên ku li pêşiya vê risteya min li jor nivîsandî.
Bi mîn in di nav deryaya kurdî de…
Bavê Bedirxan
05/06/2018
Bavê Bedirxan
05/06/2018
(Nîşe: Ez dizanim ev nivîsa min weke dubarekirina nivîsa min a borî ye lê ji bo giringiya mijarê min domand. Min bibexşînin…)
Her çiqas ev gotar ji aliyê têkiliya bendan a bi hev re lewaz be jî, ji aliyê xwe yê dewlemendiya xemla wêjeyî de gelek hêja ye û bi mijarî jî gelek watedar e. Pênûsa te li Cîhanê nermir be Mamoste...
ReplyDelete