Sernaverok

26.6.18

ŞABAŞA MIRINÊ

Kew di birînên rihê min re difirin,

Bûye serad...

Zanim ne ciwanim,

Lê ne pîrîm jÎ..!

Hinekê westame

Ne hêcete bes rastî ev e.

Tenê êtûna dil...

Ew jî vemire, rizgar dibim

Dibim weke her kesê

Tu jî ne tifala ser destan î

Bes ev zarokatî

An qurmeke zexim bavêje êtûnê

An jî berê çemî bade ser

Jana di her gava ber bi gorê,

Ji hêviya nemirina bi te re siviktir e

Şabaşa mirina xwe dikim...

War BOTAN

26.06.2018/SERHED


No comments:

Post a Comment