Sernaverok

14.8.18

REXNE... LÊ ÇAWA?

                                              

                                                    REXNE… LÊ ÇAWA?


Rexne, xwesteka kamilbûnê ye. Statîkbûn bi saya rexneyê têk diçe. Rexne daxwaza civakên, kesayetên, gelên bêkemasî ye. Rexne hebe riya mirov her û her pêşveçûn e. Bi rexneyan tu kes an tu civak zerar nedîtine û tu car nabînin jî. Di her kêliyên statîkbûnê de bêguman qedexeya rexneyan heye. Çiqas civatek paşveçûye mirov dizane ku rexne hatiye qedexe kirin, dû re qedexeya mijarên cur be cur ketine meriyetê. Ji xwe piştî qedexeyan civak/kesayet êdî dikeve nava “gerînekê” û li bendî mirina xwe dimîne.

Di wêjeyê de “rexne” cureyekî serbixwe ye. Mirov bixwaze hunermend, berhem, kesayet, civakan hwd. rexne bike bi riya cureya rexneyê mirov wî karî dike. Lê belê di her cureyê wêjeyê de jî hunermend dikare rexneyê bikar bîne. Şano, roman,çîrok, helbest, hevpeyvîn, hwd. ferq nake, hunermend gava ji mijarekê gilîdar be di berhema xwe de rexneyan bikar tîne. Turgenyev ji rewşa tekiliyên  malbatî yên Rusan nerazî bû û romana xwe ya bi navê "Bav û Kur”an de ev yek kiriye ser mijar. Camus, di pirtûka xwe ya bi navê “Biyanî” de mirovên hevdem(modern)  teşhîr dike û her çiqas veşartî be jî civaka hevdem rexne dike. Navbera Franz Kafka û burokrasî û dadê  baş bûya gelo dê “Doz” nivîsandibûya? Şanoyên Shakespeare, Moliere, Nazim Hikmet, Bertolt Brecht, Yaşar Kemalî (Teneke) dîsa mînakên rexneyên wêjeyê ne. Lê wan kesên navdar rexneyên xwe ne ji bo kesan û ne ji bo koman rêz kirine. Zimanê wan zimanekî “gerdûnî” ye. Gava em Turgenyev dixwînin ji me re jî wane hene; “Biyanî” ji bo yî Fransizan hatibane nivîsandin gelo me yê xwendibûya? Elman û Polonyayî tu car nikarin bibêjin “Doz” a me tenê ye. Dinya çêjeke bêhempa ji wan berheman distîne û disipêre nifşên nûh.

Êdî em bên rexneyên wêjeya xwe. Du-sê mînakên baş hene lê mixabin pirî caran dilê mirov diêşe. Mijarên rojane dikin mijarê romanên xwe. Yên ku van romanan dixwînin xwe li tvyê de bernameyên siyasî de dibinin. Rexneyên ku di civat û hevpeyvînan de cih digrin dikeve nava roman û çîrokên wan hunermendan. Weke me li jor gotî rexne kamilbûna civakan e. Lê ezbenî xwînêr roman, çîrok kiriye çi pewistiya ramanên te yên rojane heye di nava wan cureyan de? Heke tu dixwazî hin kes / koman rexne bikî bi zimanekî wêjeyî (edebî) rexne bike ango bila rexneyên te gerdûnî bin. Gava yekî biyanî (Îngilîz, Çînî, Spanyolî, Rus, Emerîkî hwd.) pirtûk xwend bila jê fam bike. Lê mixabin ne yekî kurd be qet na tegihije ku hunermend qala çi dike, çi rexne dike. An gelo hûn dibêjin armanca wan a mezinbûnê tune ye?

Xaleke din jî mirov şaş û mat dike. Gava mirov dest bi nivîsandinê dike ji bilî nifşên xwe nifşên pêşerojê jî dide ber çavan. Tîpên xwe, hevokên xwe, vegotina xwe li gor pêşerojê dinivîse. Anabasîs, Îlyada-Odysseia (Odise), Gilgamêş, Şehname, bîrdozên Konfuçyus û Buda bi salane ku tên xwendin. Her nifşên borî çêjeke cuda ji wan distînin, her yek wateyeke din ji wan pirtûk û nivîsan diderxînin. Divê neyê ji bîr kirin nivîskar bi nivîsê xwe, di nivîsê xwe de dijî. Bedena wî bimre jî ramanên wî namirin. Ji xwe armanca nivîsê jî ma ne bêdawîbûn e? Mirovê bidawî, bi saya nivîsê bêdawî dibe. Lê ezbenî! Piştî em binax bûn, me rihê xwe teslîmî Melkemot(Melekê mirinê) kir welleh, billeh tu kes we naxwîne! Nifşên pêşerojê dê we nasnekin. Ji ber ku hûn demî ne û demî difikirin. Piştî 30-40 salan ez bawer nakim ew mijarên ku hûn dikine mijarên roman/çîrokan bala tu kesî bikêşe. Tu kes wextê xwe ji bo xwendina pirtûkên we naveqetîne.


Nivîsandin baş e, karekî pîroz e. Mirov ji zindanên xwe, zindanên herî xedar dûr dixe lê divê nivîskarên kurd baldar bin. Vî karê pîroz bi ramanên tije û kêrhatî bikar bînin. Xwe ji gerîneka hêremîbûn û hepsa rojane derbixin. Rexne bikin, rexne bikin, rexne bikin lê rexneyên xwe bi zimanekî edebî bikin.


Bi mîn in di gerîneka Kurdî de…


No comments:

Post a Comment