Sernaverok

28.7.16

THE KURDIS DRAMA(Drama Kurdî)

                                                    
 Li ser Şanoya Kurdî hin tespît û nirxandin ên têvel hene. Ez naxwazim ku bikevime   nav wan gengeşiyan. Dizanim ku hemû cûre dewlemendiya wêje û çanda kurdî  ye.


             Şanoya Kurdî li Chicagoyê ye! (1893)
         Ji ber ku Parzemîna Amerîka yê ji hêla Christopher Columbus ve hatiye venasîn (keşf) her salê di salvegera wê de ji bo pîrozbayiyê Fûara Chicago ya Cîhanê te darxistin. Disa di salvegereke vê roja taybet de di sala 1893 an de Fûara Chicago ya Cîhanê de   Dewleta Osmaniyê jî vedixwinîn. Osmanî  jî bi Aşxanekî, Qehwexanekî, Muzikol û şanoyekî beşdar dibe. Nûnertiya Şanoya Osmaniyê,  Şanoya Kurdî dike û bi navê “The Kurdis Drama” listikekî pêk tîne.
    Di wê serdemê de ji bo derheqî Fuarê de ragihandinan bidin   wêşanên  derdikevin yên bi navê Midvay Types û Turkish Theatre qala Kurd û Kurdistanê jî kirine.
   Kovara dedikeve ku  ji bo bernamê diyar bike, (Souvenir Programme)   Şanoya Kurdî di rêza yekem de cih didê û danesina wê jî dike.

           Danasina vê şanoyê The Kurdish Drama  wiha ye:

      Listik 3 perdeyan pêk tê.
      Tîpên sereke bi navên ; Hesen, Fayad, Zehra û Kerîme derdikevin pêş.
      Naveroka wê jî bi kurtasî ev e :
       Hesen dixwaze bi dotmam xwe re bizewice. Hesen zilamekî çeleng û pêşeng eşîr e. Fayad jî naxwaze keçe xwe bide Hesenê biraziyê xwe. Ji ber vê yekê  mala xwe bardike, bi jina xwe, keç, bira û pêzên xwe ve direve. Hesen dema bi kirina apê xwe dihise bi lez û bez pey wan dikeve. Fayad konê xwe vegirtiye bi jina xwe re dipeyive û keça wan  jî li ba wan e. Dibêje ev çi bela bû vê keçê anî serê me. Hê gotine xwe didomand  dît ku şivanekî wî li pêşiya Erebên ku hatine pezên wî bidizin direve. Ereb konê Fayad binpê dikin, jina Fayad keça wî û hemû hebûna wî bi zordestî dibin. Fayad gazi û hewar bêçar dimîne ji xwe halan re dibêje ku Hesene birazyê min ev yek nekira wiha nedihate serê min. Lê maye li holê de tut û rût. Hesen xwe digihîne cem Fayad. Fayad jê re rewşê dibêje û wiha jî berdewam dike : Hesen heke tu jina min keça min, mal û milkê min xelas bikî ezê keça xwe bidime te. Hesen hemû şervanên xwe tîne ser hev û dikeve pey şopa ereban.Ciran jî  di ber dilê Fayad de tên. Demek  jûn de xuya dibe ku Hesen bi Zehra, Kerîme, bi talanên ereban re wa hatin. Ev serkeftine bi listikên şûran, bi stran û dilanan ve tê pîroz kirin.
      Listika vê şanoyê ji aliyekî der dora vê bûyere diçe tê, aliyekî ve jî edeb û rûsuma kurdan, jiyana wan a rojane, jiyana di hundirê malê de, ristina hiriyan, hûnandina goran, xwarin û vexwerin ên wan, şahî û dilanên wan dide nasin.
      Di daviya Şanoya Osmaniyê de rêza pêşî dane The Kurdish Drama yê, mirov dişibîne roja me ya îroyîn. Çanda kurdî îro di komarê de nayê hebandin lê dervayê welêt bihebandin nêzîk dibinê. Em dizanin di saxîtiya Yılmaz GÜNEY de filmên wî dihatin qedexe kirin û winda kirin lê Wezerata Çandê ya Tirkiyê ev film di formata DVDyê de amade kirin ji bo ku mêvanên biyan yên Serokomariyê, Serokwezirîyê û Meclisa Parlementeran werin û diyarî wan bikin. (1)



ÇAVKANÎ:

1: Turkish Theatre: Souvenir Programme,3.
2: “Yılmaz Güney’le barışma süreci”, Agos, 19 Ağustos2011,15.
3:  Süleyman el-Bustânî, “ Kısm-ı Osmânîn Resm-i Küşâdı”, Musavver Şikago Sergisi,1 Haziran 1983,15.
4: Çelik, Şarkın Sergilenişi, 99
5:  Mehmed Ubeydullah Efendi, “Fahri Bey Efendi”, Musavver Şikago Sergisi, 1Temmuz 1893, 21-22
6:  Bancroft, The Book of the Fair, 855.
7: Kürt Tarihi Dergisi, Ağustos- Eylül 2015, S.2
8: “Khurds”, Midway Types: A Book of lllusreted Lessons aboud the People of the Midway Plaisance, World’s Fair, 1893 Chicago : The American Engraving Company, 1894

No comments:

Post a Comment