Sernaverok

15.7.21

Mîr Celadet Elî Bedirxan-JÎYANAME(1893-1951)

  

Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna
kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi serokayetiya Misto Kemal bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.

Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, rûsî û yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.

Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate cîhanê. Bavê wî ramyar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.

6.7.21

Pênaseya çand û teknolojiyê(Gotar)War Botan

Nîşe: Ev nivîsa min 01.07.2021 de di Rojnameya Xwebûnê de bi heman wêneyî hatiye weşandin.(https://xwebun.org/penaseya-cand-u-teknolojiye/)
 
Dema çand tê pênasekirin, pênaseya wê hema bêje ji al û qalê jiyanê digire nava xwe. Lewra pênaseya çand û jiyanê gelek nêzî hev in. Her wisa ger her afirînerî parçeyek ji teknolojiyê jî be, têgeha teknolojiyê jî ne gelek dûrî çandê ye. Her berhema çandî an bandor ji afirandina teknolojiyê girtiye an jî bandor li afirandina teknolojiyê kiriye. Di pêşketina mirov û mirovahiyê de dîroka çand û teknolojiyê di heman çemî de herikîne. Herka wan ya hevrêtiyê ji ya tenêtiyê coştir û xurtir bûye. Carinan pêlên çandê rê li ber teknolojiyeke nû, carinan jî pêlên teknolojiyê rê li ber çandeke nû vekiriye. Bes di aliyê wendakirin, bişaftin û tunekirinê de teknolojiyê serî ji çandê standiye.

9.3.21

Mihemed Şêxo-JÎYANAME (1948 − 9 Adar 1989)

JÎYANA MİHEMED ŞÊXO

    Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye.

    Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike.

8.3.21

BÊJE JIN JÎYAN AZADÎ (Helbest)


Jin bi xwe jîyan e

Stûna li binê ban e

Her roj roja jinan e

Bêje jin jîyan azadî

 

Bo jîyaneke pak û nû

Sincî û li dijî kevnerû

Bilore û biqêre her ro

Bêje jin jîyan azadî

7.3.21

Bîranîna 8 Adarê/Birçîmayîna Min

 Sala 2016 an jî 17 bû. Dîsa şaredarî ketîbû destê qeyûman. Sazîyên civakî hatin girtin. Dest ji meş, daxûyanî an jî mîtingan berdin, çar mirovan nedikarî bên ba hev. Hema bêje her roj ser malinan de digirtin û hin xebatkar, endamên an jî welatîyên bêguneh digirtin bin çavan. Tirseke giştî ketîbû nava civakê.

Wê heftîyê hevalên xebatkar tim mijûl bûn. Roj ji bo rêxistinkirina jinan a ji bo tevlîkirina mîtînga 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji beyanî heya mexreb dixebitîn. Dema dihatin mal jî îca xebatê wê rojê dinirxandin û bernameyên roja din çêdikirin. Ber re jî reng û dirûtina fîstanên xwe yên wê rojê li xwe bikin bi hev re parve dikirin. Xifşêxanê jî heya mexreb amadekarîya hatina hevalên xwe yên jin dikir ku xwarineke xweş, germ û bi dilê wan bide wan dikir û ava serşoyê her tim amade û germ bû. Xêra wan me jî têr serê xwe dişoşt. Helbet xenîya me ya xarinê jî bo.

Her roja 8 Adarê nêzîktir dibû kelecana wan zêdetir û xwarin xweştir bû. Me mêrên(!) malê digot, xwezi heyvê carekê 8 Adarê ba, çi xweş e. Axirî bi wî awayî roja mezin hate ber derî û êdî kirasfistan û awayê gulîbadana her kesê aşkere bû. Şeva dawîyê êdî gêşedan û rêkûpêkîya nava qada pîrozkirinê hatin niqaşkirin û herkesê peyvira xwe girt, dê kî li kû be û çi bike. Her wisa biryarên dema tişteke awarte çêbe an jî êrîş çêbe dê çi çawe bikin jî girtin.

25.2.21

Rêzimana Kurmancî weke Sepana Androîdê hate amadekirin. (Perwerde:Vîdeo+PDF û Ezmûn)-Hate Nûjenkirin

    Rêzimana Kurmancî weke Sepana Androîdê hate amadekirin û bi naveroka hem nivîskî(PDF) hem jî


dîmenî(VÎDEO) û Ezmûneke qasî 100 pirsan pêk tê. Keremkin bêbiha/belaş bînin xwarê û li ser zimanê Kurdi xwe pêş bixin.... 

  Ji bo sepana “Rêzimana Kurmancî” bînin xwarê

keremkin an PÊLÎ VIR BIKIN... an jî pêlî remza sepanê ya li jêr bikin  👇 



 

 

 

 

    Ji kerema xwe ji bîr nekin bibin aboneyê qenala me ya Youtubê û hesabûn me yên medya civakî yên li jêr 👇bişopînin...

👉YOUTUBE 👍

👉TWÎTTER👍

👉 FACEBOOK👍

👉INSTAGRAM 👍

Derbarname: 

    Di sedsala em tê de êdî hema bêje her tişt bûye dîjîtal. Mirov êdî dikare bi vê dîjîtalîzebûne pirtûkxaneya xwe di berîka xwe de bigerîne. Weke kurdekê  min jî bi hişmendîya "zimanê me rûmeta me ye, divê em li rûmeta xwe xwedî derkevin" xwest di vî warî de qasî zanîna xwe, keda xwe bixim xizmeta zimanê Kurdî de.

    Sala 2018 yê, despêkê bi armanca ji bo keça xwe sepaneke sûdewer a hînkirina ziman çêbikim, paşê bi pêşnîyar û piştevanîya manevî a nas û hevalan, berê min ket rîya çêkirina sepaneke berfirehtir. Min bi hişmendîya, ger dê û bab xwe nezanin û nas nekin dê zarokên wan jî nekarin xwe bizanin û nas bikin, dest bi lêkolîn û nivîsina sepaneke kurdî kir. 

24.2.21

Rêbaza destûrdayîna barkirina sepanên ji derveyî Google Play Storê(.APK)

 Ji ber camêrên xwestin Sepanên Kurdî yên di vir de li telefonên xwe bar bikin û pirsgirek jîyan kirîn, min ev nivîs nivîsî. Hêvîdarim kêrî we bê...

  Ji ber polîtakaya Google Play Storê ya bila ji bilî sepanên diravan bi min dide qezenckirin, bila tu sepanên din li ser pergala Androîd neyên barkirinê, dibe carinan telefonên we rê/destûrê nede hûn sepanên dûvdirêjka wan .APK bar bikin. 

 Ji bo hûn vê yekê çareser bikin, gavên li jêr bişopînin. Bi vê rêbazê hûnê bikarin sepanên APK bar bikin. Piranî jî şîyarîyeke weke yadi wêneyê li jêr de me barkirî derdikeve pêşberî mirovan. Ji wir pêlî Ayarlar/Settingsê bikin û derbasî gava 3. bibin. Keremkin...

 

An jî hûn bixwazin rasterast bi xwe, vê destûrê bidin min di xalên li jêr rêbaza wê bi nivîskî û dîmenî parve kirîye.  Keremkin...

1.2.21

War BOTAN Jê Re Nebêje - Helbest

Bayên şevê, here hembêz bike
Qala dilê jar û xeyidî jê re neke
Ger ew pirsa rewşa min bike
Nebêj, rûpoşa rastiyan raneke 

16.12.20

Dengbêj Mihemed Arif Cizîrî


Mihemed Arif Cizîrî Hunermendê bi nav û deng û dengxoş di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd hate dinê û çavê xwe vekir.

Jiyana Wî                                                                                                                      

Di zarokatiya xwe de vî jî mîna hemû zarokên Cizîrê guhdariya wan bas û mijaran dikir ku ev qesabxanên bo Ermeniyan danabûn. Her lewema wî bi çavên zarokiniyê pirsan ji xwe dikir, eva bo çi û ji ber çi û heta kengî? Lewaz bûna Împaratoriya Kevnare Usmaî û herifîna dergehê bilinde vê Împratoriyê û pêk hatina çendîn dewletan li ser vê axê û kuşt û kuştar û girtina xelek' û şerê yeke cîhanî bûye hegera têk çûna jîyana Giştî ya xelkê deverê.

Dengbêj Xoxê (Nesrîn Şêrwan)

 

Nesrîn Omer Şêrwan bi navê Nesrîn Şêrwan jî tête naskirin. Dengbêja Kurd e, di sala1929an de li gundekî ji Şirnexê di malek koçer de ji dayik bûye. Ji ber aboriya xerab gelek bajar û deverên bakurê Kurdistanê digerin û herî dawî di salan 1932an de ber bi başûrê Kurdistanê ve diçe û li wir li maleke fileh mala Xerîb Powez ku ew berê naskirîbû jiyana xwe didomîne û demekê jî li mala Cemal Baban kar dike ku di vê demê de hunermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike û bi pêşniyaza Elî Merdan di 25ê Adara 1944an de di êzgeha Radyoya Bexdayê de dest bi kar dike, li dû vê qonaxê ew stranên di temenê xwe yê piçûk û ciwaniyê de fêr bûbû dibêje her weha helbestên hin helbestvanên mîna CegerxwînŞêx Selam dike stran û bi gelek hunermendên wê serdemê re wek Mihemed Arifê CizîrîÎsa BerwarîHesen ZîrekTahir TewfîqResûl GerdîŞemal SaîbKawês Axa hevnasiyê dike û karê hevbeş stranên du qolî li gel wan dibêje.