Min êşên xwe li ser maseyan kirin meze-pêxwarin
Bi dileke şewat min cixare pêça
Ya di şewitî ne cixare, kezebên min bû
Dibe ku ji ber edeba We daye min
Min şarab jî venexwar
Lewma min nekarî sexweş jîbibim
Min Guhdarî strana te jê hesdikir kir
Kela dil kela kela kela lê ne fûra
Bû kevireke yê dilşkênandinê
Lê min kir û nekir kevir nehat avêtin
Ez nebûm şopdarê te,
Raste min sonda mezin nexwar
Lê min bi te re gelek nan xwar
Ava jiyana tejî ked vexwar
Lewma xwe deyndar dibînim
Îro li ser vî maseyîjar,
Dil har, stû xwar, bêwar
Min keda xwe kire pêxwarina maseyêxeman
Lê te, te keda xwe kir welat, jîn
Ez ji min kirim aciz, şermûke û xeyidî
Nav hebûna te ya bêdawîde tune bûm
Misqal misqal heliyam
Çînî bi çînî belav dibe goştêlaşê min
Saxe nanê miriyan dixwim HEVAL
Saxê nanê miriyan...
War BOTAN
27-10-2016
No comments:
Post a Comment