Sernaverok

1.3.17

Ez Pîr Dibim Dilê Kul Pîr Nabe

(Ji bo dilên kavil ên Botanê)

Ez ewqas evîndarê çavê te me

Heç wekû şalûlê meha gulanê

Dane ser bişkûja vê sorgulê

Wey dilo xirabo,

Wez evdalê xwedê çendî pîr û kal dibim

Hey li min ê, dilê kul pîr nabe

Ez ê tu çavan nahebînim,

Ji bilî avirê çavên beleke, hey li min

Di dema borîna li kolanê ber min de

Sihar û êvaran xweş tê dîtina wan li min

Wezê qedrê tu helbestvanan nagirim,

Ji bilî helbestên bi awiran ser min de diherikin

Ewin kaniya hestên min.

Wey dilo xirabo,

Wez evdalê xwedê çendî pîr û kal dibim

Hey li min ê, dilê kul pîr nabe...

Lêlê ser me de hatin kewçêr û herdu çirî,

Weylê salên borîn giranin,

Axx ser birînên kul xem difirin,

Wezê qedrê tu helbestvanan nagirim,

Ji bilî helbestên bi awiran ser min de diherikin

Ewan hest û aqil ji hev kirin

Wey dilo xirabo,

Wez evdalê xwedê çendî pîr û kal dibim

Hey li min ê, dilê kul pîr nabe...

Şevên çile dirêjin nayê xewa min

Ax lêlê, stêrkên siharê derketin,

mala min hedar nakeve li min,

Ji xwîdanê şil dibim, serma qeşayê

Xema min tê wê xemê,

De çawe birînen çavan vekirin,

Dikim nakim nayên dermankirin,

Wey mala min nayê ji bîrkirin

Wezê qedrê tu helbestvanan nagirim,

Ji bilî helbestên bi awiran ser min de diherikin

Ewin kaniya hestên min.

Wey dilo xirabo,

Wez evdalê xwedê çendî pîr û kal dibim

Hey li min ê, dilê kul pîr nabe...

Herê malxirabê tu çima li min sarî

Dîtina te ji min re çira ye,

Neyîna te şirikiya şevên tarî

Ger tu yê pirsa dilê min ji min bikî

Bûye wekî Şirnexê, maye wêran û xalî

Wezê qedrê tu helbestvanan nagirim,

Ji bilî helbestên bi awiran ser min de diherikin

Ewin kaniya hestên min.

Wey dilo xirabo,

Wez evdalê xwedê çendî pîr û kal dibim

Hey li min ê, dilê kul pîr nabe...

Dema ez mirim, min nebim nav tu mirîyan

Tirba min çêkin, bibin veşêrin li nav sergoyê xirakirina xaniyan,

Da ser min bigirî her du çavê belek û dayîkên sêwiyan...

Wey dilo xirabo,

Wez evdalê xwedê çendî pîr û kal dibim

Hey li min ê, dilê kul pîr nabe...

War BOTAN

25/02/2017

No comments:

Post a Comment