Bayên şevê, here hembêz bike
Qala dilê jar û xeyidî jê re neke
Ger ew pirsa rewşa min bike
Nebêj, rûpoşa rastiyan raneke
Dilorim mina Evdalê Zeynê
Ne xwezî li vî rewş û keynê
Ne li vî halî, xwezî li mirinê
Lê tu bi xwedê, nebêje şirînê
Bêje ji xweşiyê re her mazovan e
Ya jê kêm, per û şîrê civîkan e
Her li civata şahî û henekan e
Nebe! nebêje saxê nav miriyan e
Bêje, piştî te gelek dilşadiye
Destekê tembûr, yekê bade ye
Te naxwaze, rû ji te badaye
Nebêje ji mirinê re kulav radaye
Balêse gerden, alak û biskan
Porê hina, enî û bîbikê çavan
Bêhne bîne bo dile kul û kovan
Nebêje, kula te xistiye nivînan
Felekê sedcarî mala te ne ava
Te pelên agir xiste nav hinava
Ne ew bû bûk, ne jî ez zava
Nebêje! te em xistin nav dava
01.12.2017/Wan
ÇANDA ME li ser bingehên danasîna Çand, Wêje, Ziman, Dîrok, Erdnîgarî û Xwezahiya Gelê Kurd weşanê dike.
No comments:
Post a Comment