îvare, li welat roj çûye ava,

Gundîyên dibûrin meşa pêbez,
Amadekarîyek jî roja bê re ye.
Di rûyêen wan de kenîneke watedar xûya dike.
Di nava gund de xûmameke axê dibare
Hemû gundî dûrê malan û sergûyan dimalin
Di destên zarokan de kîs, bi rûyên biheştî û devliken,
Dibezin berbi mal,
Wekî ku lingên wan ji erdê negirin
Jinxala min; Remo were ez ê serê te bişûm,
Ger tu neyê dê pîrê girara germ bike guh3en te...
Kal derketine ber derîyan
Di rûyên wan de berîkirineke kûr û dûr,
Erzing li ser devla gûpal
Li nav xeyalên dûr û kûr çûne
Lê ez,
Ez çi dikim û çi dihizirim,
Li nava çar taqan laşê min,
Li nava welêt mejî, hizir û dilê min
Gelo kîjan ez rastim...
War BOTAN
(16/11/2011-Amed)
No comments:
Post a Comment