Sernaverok

6.11.15

EDÛL BE

 Ger tu  edûl bî,
Ez ê ji destê te qehwa koçka mirinê vexwim
Li Rexşê Belekê dil siwar bibim
Û bidim pey nemirinê
Ger ez derwêş bim,
Gelo dê dîtina min,
ji qurpe qurpa dilê te,
Bilerizîne zêrên ser singa te.
Nexwestina te ya çûyîna min a şer
Min ji riya Derwêşan nake
Ger ez zanibim, ez ê serê xwe di kêlîya dawî de,
Danim ser çûka te û canê xwe li ber barana ayîna evîna me bidim
Û li nava axa welatê xwe bêm veşartin
Ez ê bi dilê aram herim gorê
War BOTAN
 (2013/MÎDYAD)

No comments:

Post a Comment