Sernaverok

28.4.17

EZ ÇAWE BÊJIM MIN JIYAN KIR

Emrê borî çû, yê mayî  jangeh
Dijîm çi xêr çi guneh,
Ha sal çarde ha jî notûneh
Ez çawe bêjim min jiyan kir

Dibore beyî jimar,
Nikarim bigirim, di tehise bûye mar
Tam nade tu dem û kar
Ez çawe bêjim min jiyan kir
Yar hebû ne kêmî Zîn
Ne kêmî Mem kirim dîn
Çû xwe re bir vîn
Ez çawe bêjim min jiyan kir

Mal hebû wekî  Karûn
Diherikî hingivî û rûn
Xelas bû, yar çûn
Ez çawe bêjim min jiyan kir

Bûme kovanê xem û hest
Lewaze laş û dest
Çemê jiyanê diherikîne hest
Ez çawe bêjim min jiyan kir
 
War BOTAN

23.04.2017/ERZURUM

No comments:

Post a Comment