Çermê dilê pîr ji kulan derikî
Aqil li ber pêlên hestan xeniqî
Pergala meji herifand
Dil li biheşatan gerand
Tovê hestan reşand
Bihara min kir zivistan
Wêran kir war û xan
Xwerû kirimxem û jan
Xanî hela bê serban
Kulîlka demsala pêncemîn
Zîn ji te hildigire kîn
Memo ji min re digire şîn
Te ez kirim jar û dîn
War BOTAN
23.04.2017/ERZURUM
No comments:
Post a Comment