
Zivistana 1999an bû. Ez li qehweyeke Amedê li ser kursiyekî rûniştîbûm. Gumeguma sobayê bû. Ihtiyarek ji derve hêdî hêdî kete hundir. Pişta xwe xwar kiribû, destê wî li ser pişta wî gihati bûn hev. Bi dengekî zîz:
------- Selamineleykûm!
Civat pevre:
------- Eleykûm selam!
û bi gavên biçûk xwe gihande ber sobaya sor. Li ber sobayê destê xwe rakirin û dixwest destê seqemgirtî hinekî germ bibin. Sê-çar ciwanan:
------ Apo tu bixêr hatî!
------ Hûn çi dibêjin?
Destê xwe da ber guhê xwe û:
------ Lawê min ez dengê we nakim, xwe nêzî min bikin.
Çûn ligel wî, xêrhatina wî dîsa kirin. Destê xwe da serê xwe, sipasîya wan kir û dîsa berê xwe da sobayê.
Min we kêliyê ew temaşe dikir. Ew axayê gundê me bû. Di ciwaniya xwe de gund bi tevahî jê ditirsiya. Dikarîbû bi peyvekê xwe gund, wêran bike. Mirov dema di ber de diçûn çaketê xwe giredidan, serê xwe ditewandin. Lê gava kete qehweyê deng seh nedikir, bi zor û zehmetî birêve diçû. Ez pir berketibûm, dilê min êşiya û min hingî "Kilama Ciwaniyê" rêz kir.
Yezdanê Dilovan rehma xwe lê bike Mehmûd Kizil gulana 2009an li Îzmîrê ji min û du hevalên min re qala serpehatiya kilama "Ciwaniyê" dikir. Nêzî qatjimêrekê axivî. Çaya me di destê me de, çavên me tije rondik me guhdariya wî dikir.
----- Gava min bi kurdî stran gotin pir bertekên nexweş gihatin min. Hinekan ez bi dînîtiyê hinekan ez bi ji rê derketinê tawanbar dikirim. Lê ez qet ji ya neketim. Min biryara xwe dabû min dê bi kurdî lorandana. Hinek pêşniyarên daringî -ku pir pereyekî mezin- hatin. Dixwestin ez bi tirkî bistrênim weke Celal û Nurî... lê na, min her û her digot NA! Piştî min re Eyşe Şan û hinekî din derketin lê ez yê yekem bûm.
Belê, weke wî bû, di nav sînorên Tirkiyê de yekem stranbêjê kurdîbêj bû. Qaset û plaqên wî bi rekoran hatin firotin. Gel ew kiribû malên xwe. Bi tehde, bi zorê dixwestin wî biguherînin lê ew nebû Celal û Nurî.
Gorbihuşt gava çû ser dilovaniya xwe tenê bi 2-3 nûçeyan hat bibîranîn. 2-3 malperên kurdî qala wî kirin û bes... Ew jî mîna Şakiro dil bi şikestî çû ser dilovaniya Xweda. Wî jî weke Şakiro bêxwedan koça dawî kir. Dema wî wefat kir pirtûka Mehmet Uzun "Nar Çîçeklerî" hat bîra min. Di beşekê pirtûkê de dîwaneke kurdan li bihuştê kom bûye. Di nav dîwanê di mezinên kurdan (Selahadînê Eyûbî, Şêx Seîd, Mele Seîd, Bedirxan, Xanê...) kom bûne. Pêşwaziya yên nû rehmetkirî dikin. Ez bawer dikim ku li bihuşta Yezdan pêşwaziya Mehmûd Kizil dê Şakiro bike. Ji ber ku Şakiro derdê wî dizane, her du jî bêqedr û qîmet ji vê dinyayê koç kirine. Nivîsê beyî fîlozofê kurd Xanê ez naxwazim biqedînim. Di serê Mem û Zînê de boş û belaş negotibû: "Bazara kurdî kesad e..."
Belê, ez têgihiştim ku dinya diguherî lê bazara kurdî hêj ji weke bere ye. Berî 300 salan Xanê îro Mehmûd Kizil...
Serê we sax be malîno...
Serê we sax be kurdîaxevno...
Cihê te bihuşt, cîranê te Selahadînê Eyûbî be Apê Mehmûd...
Mamoste, di ve serdemê xwediderketina zimanê Kurdî serbixwe ked dixwaze û helbet bargiraniye. Ev xwedîderketin bedelan jî dixwaze gelek caran. BAZARA KESAD dikare bi keda we bibe bazareke şên û şad. Em bi ve mebestê hêja Mehmûd Kizil bibîr tînin û ji bo nivîsê ji we pîroz dikin. SERKETIN
ReplyDelete