Sal 2011…
Min tv temaşe dikir, nûçeyekê bala min kişand: Futbolîstê navdar ê Fransî Mathieu Flamînî şîrketeke bîo-kîmyayê 20 milyon euroyan kirîbû. Futbolîst û bîo-kîmya…
Sal 2018…
Berî çend mehan yariyek hebû li ser televizyonê. Li yarîgeha Nou Campê, Barcelona û Getafe li pêşberî hev bûn. Di nîveka duyem de berî yarî biqede û 12 xulekan M.Flamînî yê li gorî pîvanên futbolê pîr bûyî dikete yariyê. Bêjer agahiyek dida temaşevanan: M.Flamînî xwediyê şîrketeke 20 milyar euroyan e. Ez şaş nebûm, tenê di dilê xwe de min wiha digot:” Helal be kuro, helal be!
“… Sê dijminên me hene: Me xerab dikin yek feqîrtî ye. Çil hezar hemalê Stenbolê delîlê ve ye…” Seydayê Bediûzeman Seîd Kurdî wiha qal dike derdê kurdan di nivîseke xwe de.
Belê em kurd hêj jî xizan in, feqîr in. Hin ji me xwedî xanî ne, hin ji me xwedî wesayît in, hin ji me xwedî dezgeh û dikan in lê mixabin em hêj xizan in, feqîr in. Civaka kurd hêj bi rêbazên kevnar debara xwe dikin. Ez dizanim hûn dê bibêjin mamostetî, endezyarî, bijîşkî, avahîsazîtî, wênesazî gelo rêbazên kevnar in? Belê rêbazên kevn û kevnar in!
Eger civakek bixwaze vê sedsalê pêşve biçe divê bere xwe bide zanariyê(înformatîk) , teknolojiyê, bîo-kîmyayê û karên nûjen. Ka binêrin çend ciwanên me bi wan re mijûl dibin? Çend xortên me -ji bilî facebook, instagram, tweeter hwd.- bere xwe dane kompîturan?
Gelî Dostan!
Rast e! Kurdî xweş e, kurd belengaz in, kurd bêxwedan in lê çarenûs ne gilî û gazin in! Wa ye dinya li pêşberî me ye, xilasbûna me dewlemendî ye. Rizgariya me di deste zanistê de ye. Weke Seydayê Bediûzeman gotî:” Eski hal muhal! Ya yeni hal ya izmihlal!” ( Rewşa kevn çû! Yan rewşeke nû yan hilweşîn!)
Rewşa nû gazî me dike lê em dibînin em ne amade ne. Em pirsgirêkên beredayî mezin dikin, xwe nû nakin û bi jargonên berî 100 salan diaxivin. Beri 100 salan çi hatibe gotin em dubare dikin, em dermanê xwe di wan gotinan de digerin, wan tiştan bikar tînin!..
Lê roj baş!..
Dîsa roj baş!..
Dinya diguherî... Her çiqas em serê xwe bitewînin jî rastî ev e.
Hûn dê bibêjin em di demên zor û zehmet de diborin. Gelo zana û rewşenbîrên (kurd, ereb, fers, tirk, tacik, beluc…) berê ji wan peyvan cudatir çi digotin? Em her roj, her gav, her kêlî weke bilbilê di nav qefesê de dibêjin, kurdî naye axaftin, kurdî dê rola xwe ya di nav civakê de wenda bike lê ya ku dixuye dê kurd civakbûna xwe wenda bikin. Kesayetek ji nav me de derdikeve dibe futbolîst, zanyar, fabrîkator, menajer hwd. em bi rojan qala wan dikin. Ya giring ev ê ku ev kesayet zêde bibin ev serkeftin ji me re nebin nûçe û benîşt!
Gotinên min sar in îro lê rastî tehl e. Heta em dewlemend nebin zimanê me jî dê bêxwedî be. Heta cihan bi me ne axive tu kes bi zimanê me naxive. Rastiyeke mirovatiyê ye mirov bi zimanê dewlemendan diaxivin. Her çiqas rastiyeke nexweş û bêrumet jî be rastî ev e. Yên xwedî zimanê xwe derdikevin bila şîreta pêşve çûnê jî li civakê bikin. Tenê ziman sernakeve êdî divê em vê yekê bizanibin.
Di serî de me qala M.Flamînî kiribû. Wî pîrtûka jiyanê bi avayekî zelal xwend û razemendiyeke gelekî bi xeternak kir. Wî jî dikarîbû weke hevalên xwe li keyfa xwe feke. Wi jî dikarîbû bi milyon euroyan ji xwe re wesayîtan bikire û derbikeve tvyan qala serpêhatiyên xwe bike lê wî gera dinyayê baş fehm kir. Dinya ber bi zanariyê, bîo-kîmyayê, ragihandinê vê diçû, wî ew karwan girt û bû karwanekî navdar.
Gelî xwîneran!
Me wenda kir bila zarokên me wenda nekin. (Kurd, ereb, tirk, fers…) Em bi kul û derdan mezin bûn bila ew di nav xêr û xweşiyê de bin. Yan em dê Flamînî ji xwe re bikin mînak bi deskeftiyê xwe qayîl nebin û ji cihanê re reyekê vekin yan jî em dê bi gotina Mele Seîd em ê ji holê rabin!
Bi mîn in di nav deryaya kurdî de…
Şîreteke Yezdanî ye, bes kesên guhdar ewqas kêmin ku nayên dîtin ev rastî. Facebook, instagram bûye hertiştên me, mixabin... Û mixabin dîsa hekes qasî rojeva xwe heye...
ReplyDelete